Xelateke din a 'welatîbûna rûmetê' didin Ocalan
Şaredariya Martano ya Îtalyayê da xuyakirin, ku ew ê xelata 'welatîbûna rûmetê' bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Şaredariya Martano ya Îtalyayê da xuyakirin, ku ew ê xelata 'welatîbûna rûmetê' bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Şaredariya Martano ya ser bi bajarê Lecce ya Îtalyayê ragihand, ku di civîna konseyê ya awarte de, roja 16'ê Sibatê wê xelata 'welatîbûna rûmetê' bidin Ocalan.
Merasîma xelatdayînê wê 16'ê Sibatê roja Pêncşemê saet di 19:00 de li avahiya Şaredariyê bê lidarxistin û ji parêzerên Ocalan çarmîne Malînconîco û nûnerên buroya înformasyonê ya Kurdistanê wê tevlî bibin.
Şaredairyê bi daxuyaniyekê bang li welatiyan kir, ku beşdarî merasîma xelatdayînê bibin.