Xelateke din a bi nîqaş ya Aştiyê ya Nobelê!
Xelateke din a bi nîqaş ya Aştiyê ya Nobelê!
Xelateke din a bi nîqaş ya Aştiyê ya Nobelê!
Xelata Aştiyê Nobelê ya îsal dan Rêxistina Qedexekirina Çekêm Kîmyewî (KSYO) ya ku ji bo îmhakirina çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê hatibû peywirdarkirin.
Komîteya Nobelê ya Norweçê di hesaba xwe ya Twîtterê de daxuyaniyek da û da zanîn ku wan Xelata Aştiyê ya Nobelê ji ber hewldana wan ya li dijî îmhakirina çekên kîmyewî dane KSYO’yê.
KSYO ya ku ji aliyê beşeke mezin a rayagitşî ve nayê zanîn, navenda wê li Den Haggê ye. Rêxistin di sala 1997’an de ji bo ku peymana qedexekirina çekên kîmyewî ya di 13’ê çileyê 1993’an de hatibû îmzekirin bikeve meriyê hat avakirin.
KSYO, piştî ku çekên kîmyewî yên Sûriyeyê ketin bin kontrola Rusya û DYA’yê û peymana îmhakirinê hat dayîn, jinûve hat rojevê. Di Konseya Ewlehiya NY’ê de di 28’ê îlonê de biryarek hat dayîn û KSYO ji bo îmhakirina çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê ku ji 30’ê hezîrana 2014’an şûnde hat peywirdarkirin.
Xelata Aştiyê ya Nobelê ku di Krona Norweçê de hatiye avakirin, dê di 10’ê qanûnê de bê dayîn.