Xelata Tipê ya Nobelê ji lêkolînerên Emerîkî û Elman re hat dayîn

Xelata Tipê ya Nobelê ji lêkolînerên Emerîkî û Elman re hat dayîn

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Nobelê, Xelata Tipê ya Nobelê ji lêkolînerên Emerîkî James Rothman û Randy Schekman û lêkolînerê Elman Thomas Sudhof re hat dayîn.

Komîteya Nobelê diyar kir ku ji ber kefşên wan ên li ser "sîstema veguhastinê ya li nava hucreyê, ku molekûlan ji nava hucreyê di dema rast de dibe cihê rast" daneye her sê lêkolîneran.

James Rothman ê di sala 1950 de li Haverhîll a eyaleta Massachûsetts a DYE hat dunayayê, li Zanîngeha Stanford a Kalîforyayê perwerde dît û piştî lêkolînên xwe temam kir, di sala 2008'an de derbasî Zanîngeha Yale bû.

Randy Schekman ê li St. Paûl a Mînnesota'yê di sala 1948'an de hat dunyayê, li gel James Rothman li Stanfordê xebitî, îro jî li Berkeley xebatên xwe dewam dike.

Thomas Sudhof ê Elman jî di sala 1955'an de li Gottîngehê hat dunyayê û kariyera xwe ya lêkolînê bi giranî li Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) kir.

Xelata Tipê ya Nobelê di sala 2012'an de ji biyolîstê Îngilîz Hohn B. Gûrdon û lêkolînerê Japon doktor Shînya Yamanaka re hatibû dayîn.