Xelata Meclîsa Aştiyê ji Kardeş Turkuler re hat dayîn

Xelata Meclîsa Aştiyê ji Kardeş Turkuler re hat dayîn

Meclîsa Aştiyê 'Xelata Aştiyê' ya ji bo cesaretê bide têkoşerên aştiyê û hêviyê xurt bike ji bo bîranîna Orhan Dogan belav dike, da Kardeş Turkuler.

Merasîma Xelata Aştiyê ya Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê, li Qesra Pêşengeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Lutfu Kirdar hat lidarxistin.

Di merasîma xelatê ya duh êvarê de Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê Pervîn Bûldan, Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu, Sirri Sakik, Hasîp Kaplan, nivîskar Yaşar Kemal, rojnamevan Ahmet Hakan, Sedat Ergîn, Nûray Mert, birayê Hrant Dînk Orhan Dînk û vexwendiyên din amade bûn.

BANÛ GUVEN BI KURDÎ SILAV DA

Rojnamevan Banû Guven merasîm bi silavdayîna bi Kurdî vekir.

Dûre berdevkê demî yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ji bo cesaretê bidin têkoşerên aştiyê û hêviyê zêde bikin, ew xelata aştiyê didin.

TAHMAZ: EV DEMA NÛ DÊ NE HÊSAN BE

Tahmaz da xuyakirin ku dayîna xelata aştiyê zehmet e û got, "Di pirsgirêkek mezin û kevnare pirsgirêka Kurd de dayîna xelatekê ji texmînan wêdetir zehmet e. Çavkaniya vê zehmetiyê jî bêguman şerê 40 sal in dewam dike, cihêbûna civakî ya ji ber vî şerî ye. Me xebata Xelata Aştiyê di pêvajoyeke krîtîk de dan destpêkirin. Em di nava wê ekîbê de ne derfetên mezin ên bidawîkirina şer û pevçûnan de afirandine. Heta vê dema ku lêgerînên çareseriyê zêde bûn û têkoşîna demokratîk esas tê girtin, me gelek berdêlên giran dan. Rewşa di mehên dawî de derket holê jî nîşan dide ku ev pêvajoya nû dê bi hêsanî derbas nebe. Em weke mirovên li vê derê ku ji rêyen cuda ber bi armanca hevpar ve dimeşin di wê baweriyê de ne ku jiyaneke azad û wekhev dê pêk were û emê bigihêjin aştiyeke mayînde. Mîna her dem û li her cihî li vê erdnîgariyê jî şer berhema deshilatdaran û aştî jî dê berhema me hemûyan be."

Hakan Tahmaz bal kişand ser helwesta hikûmetê ya di pêvajoya çareseriya demokratîk de û got, "Li gorî çavdêriyên me yên çend mehên dawî; divê dest ji helwesta sorkirinê bê berdan. Bi rêbaza pakêt û demokratîkbûyînê ya perakende, zehmete aştî were. Pêwistiya me demokrasiya yekpare, wekhevî û azadî ye. Berpirsyariya herî mezin a vê yekê jî li ser milê hikûmetê y.e Ev jî bêguman divê bi diyalog, muzakere, zelalî û beşdariyê pêk were. Di çareseriya pirsgirêka Kurd re rola bingehîn a van e. Ti wateya mijûlkirinê nîne. Hewldana herî girîng a lezdayîna rêveçûna aştiyê, di nava civakê de afirandina hesta baweriyê ye. Di doza Hrant Dînk de ev 6 sal in, li Roboskî ev 633 roj in û bûyerên li dora protestoya Gezî rû dan nîşan didin ku hesta baweriyê ya civakê çiqasî têk çûye."

Seroka Jurî Prof. Dr. Ayşe Soysal jî di axaftina xwe de sedema dayîna xelata aştiyê ji bo koma Kardeş Turkuler rave kir.

YAŞAR KEMAL XELAT DA

Xelata ku ji aliyê wênevan Mehmet Guleryuz ve hat amadekirin, nivîskar Yaşar Kemal da koma Kardeş Turkuler. Li ser navê komê Vedat Yildirim xelat wergirt û Feryal Oney jî axaftina spasdariyê kir.

Merasîm bi stranên Kardeş Turkuler bi dawî bû.

Juriya Xelata Aştiyê ji van navan pêk dihat:

Hîndekara Fakulteya Fen a Zanîngeha Bogazîçî Prof. Dr. Ayşe Soysal, Rojnamevan Ahmet Hakan, Hîndekara Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Îstanbûl Teknîk Prof. Dr. Ayşe Erzan, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, Gulten Kaya, Berdevkê Demî yê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz, Nivîskar Hîdayet Şefkatlî Tûksal, Dîrektorê Navenda Hafiza (Bîr) rojnamevan Mûrat Çelîkkan û Orhan Dînk.