Xebatkarên TV 10’ê: Ger ku çapemenî ne azad be wleat jî ne azad e

Xebatkarên TV 10 û parazvanên mafên mirovan çalakiya 63’an li darxist.

Xebatkarên Tv 10’ê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan (BHQ) hatibû qepatkirin, bi daxwaza vekirina televziyonê di hefteya 63’an a çalakiyê de li Qada Galatasarayê li hev civiyan. Parêzvanên mafê mirovan, mirovên Şemiyê û saziyên Elewiyan piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de dowîzên"Dengê elewiyan TV 10 nayê bêdeng kirin" û "Çapemeniya azad bê deng nabe" hatin vekirin.

Serokê Lijneya Rêveberiya TV 10'ê Velî Buyukşahîn bal kişand ser komkujiya Mereşê ya di sala 1978'an de pêk hat û ev tişt got: "Sed mixabin li vî welatî qetilkirin serbest e, lê bibîranîn qedexe ye. Ji ber wê li vî welatî ne pêkan e kes qala aştî, azadî û demokrasiyê bike."

Buyukşahîn Hefteya Mafên Mirovan jî bi bîr xist û eşkera kir ku li Tirkiyeyê her roj zêdetir binpêkirinên mafan zêde dibin û ev tişt got: "Zext qet bi qet zêde bûne. Ne pêkan e mirov qala mafên mirovan bike." Buyukşahîn qedexekirina bîranîna Mereşê jî şermezar kir û wiha got: "Di sala 1978'an de li dijî elewiyan komkujî pêk hat, bi tu awayî ev komkujî zelal nekirin. Berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin. Sed mixabin li vî welatî komkujî serbst in, lê bîranîna komkujiyê qedexe ye." Buyukşahîn herî dawî bang li hêzên demokrasiyê kirin ku li dijî zextan rawestin.