Xebatkarên televîzyonên Kurd li Parlamenta Ewopayê ne
Xebatkarên qenalên Ronahî TV, Stêrk TV, News Channelê, kampanya li dijî daxwaza Eûtelsatê ya sekinandina weşana televîzyonên wan, derbasî nava Parlamenta Ewropayê kirin.
Xebatkarên qenalên Ronahî TV, Stêrk TV, News Channelê, kampanya li dijî daxwaza Eûtelsatê ya sekinandina weşana televîzyonên wan, derbasî nava Parlamenta Ewropayê kirin.
Gulîstan Îke ji Stêrk TV û Fusûn Erdogan ji News Channellê, bi parlameterê Spanyayî Mîgûel Ûrban Crespo û parlamentera Swêdî Bodîl Valero re rûniştin.
Îke û Erdogan, dosya li ser qenalên TV ên hewl tê dayîn weşana wan bê sekinandin, radestî parlamenterên navborî kirin.
Îke û Erdogan gotin, ti aliyekî hiqûqî yê hewldanan skeinandina weşana qenalên wan nîne û li dijî vê hewldana Eûtelsatê ya li dijî azadiya agahîgirtin, raman û çapemeniyê ji parlamenteran xwestin, cihê xwe li cem medya Kurd bigirin û destekê bidin doza wan a mafdar.
Wê îro jî li Parlamentera Ewropayê civîneke çapemeniyê li ser mijarê bê lidarxistin.