Xebatkarê Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram hate destgîrkirin
Xebatkarê Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram li navçeya Çankaya ya Enqereyê hate destgîrkirin.
Xebatkarê Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram li navçeya Çankaya ya Enqereyê hate destgîrkirin.
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Hamdûllah Bayram, li ber Postaxaneya Ahmetlerê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê hate destgîrkirin.
Du kesên nasnameya xwe aşkere nekirin Bayram dan sekinandin, gef lê xwarin û jê re gotin: "Em we û rojnameya we jî dizanin. Em ê we jî, rojnameya we jî û ajansa we jî bişewitînin." Piştî Bayram bertek nîşan da, her du kesan diyar kirin ew polîsin û Bayram destgîr kirin.
Piştî ku Bayram agahî ji malbata xwe re şand, hevalên wî hatin cihê bûyerê. Hevalên wî diyar kirin ku polîsan ji paş ve destên Bayram kelemçe kirine û ew spartine dîwar. Her wiha polîsan gef li hevalên Bayram jî xwarin û ji wan re gotin, wê wan jî destgîr bikin. Bayram, bi wesayîta fermî ya polîsan birin Midûriyeta Emniyetê ya Çankayayê. Her wiha polîsan dest danîn ser telefona Bayram û pereyê wî.
Her wiha nehate zanîn ku Bayram ji ber çi hatiye destgîrkirin.