Xebatkarê kovara Ozgur Halkê hat binçavkirin

Xebatkarê kovara Ozgur Halkê Mûstafa Tosûn li navçeya Sûrê hat binçavkirin.

Xebatkarê kovara Ozgur Halkê Mûstafa Tosûn li navçeya Sûrê hat binçavkirin.

Li navçeya Amed Sûrê, terora polîsên tevgera taybet dewam dike. Li navçeya ku operasyonên qirkirina siyasî jî lê dewam dike, polîsan danê vê sibehê avêtin ser gelek mal û kargehên li Taxa Fatîh Paşa, derî şikandin û ketin hundir.

Di serdegirtinan de xebatkarê kovara Ozgur Halkê Mûstafa Tosûn hat binçavkirin. Hat ragihandin, ku polîsan di dema binçavkirinê de li Tosûn dane. Nayê zanîn ku Tosûn bi ku ve birine.