Xebatkara BDP'ê hate girtin

Xebatkara BDP'ê hate girtin

Xebatkara Rêxistina BDP'ê ya Avcilarê Meryem Yîgît a ku di doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê de biryara wê ya girtinê heyî li gel "kontrola edlî" hate girtin.

Xebatkara Rêxistina BDP'ê ya Avcilarê Meryem Yîgît şevê din dema ji avahiya partiyê derdiket ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hate kirin. Piştî îfadeyên dzogeriyê bi daxwaza pêkanîna kontrola edlî sewqî 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate kirin. Dadgeh piştî îfadeyan biryara girtina Yîgît da.

Hate hînbûn ku, derbarê Yîgît de di operasyona bi navê KCK'ê ya di Cotmeha 2011'an de li Stenbolê pêk hat biryara girtinê hebû.