Xebatên sondaja gaza zinar ya li Amedê dê xwezayê texrîb bike
Xebatên sondaja gaza zinar ya li Amedê dê xwezayê texrîb bike
Xebatên sondaja gaza zinar ya li Amedê dê xwezayê texrîb bike
Ji ber ku rêbazên derxistina gaza zinar, zirarê dide xweza û çavkaniyên avê li gelek welatên Ewropa hatiye qedexekirin lê li Amedê xebatên derxistina gaza zinar bi lez û bez didome.
Bi Hevkariya Anonîma Petrolên Tirkiyê (TPAO) ji bo şîrketa Shell li Amedê sondajê ve bike 4 ruhsat danê. Di çala ku li Farqînê hat kolandin de gihiştin 2 hezar û 500 metreyî û tê plankirin gaz di 4 hezar metreyî de bê derxistin.
Ligel Farqînê, li Licê, Pasur û Hezro jî xebat didomin. Ji bilî Amedê, şîr keta ku hevkariya wê ya Kanada-Tirkiyeê heye, li Êlih, Erziromê, Şirketa DYA’yê Trans Atlantîc Petroleum jî li Trakyayê bo derxistina gaza zinar dixebite.
Wezîrê çavkaniya enejerjiyê Taner Yildiz daxuyaniyek da û got xebatên li Farqînê gihiştine 2 hezar û 500 metreyî û xebata çala din didome û hedefa wan eve ku di 4 hezarî de gazê derbixin.
RÊ LI BER XETEREYÊN MEZIN VEDIKE
Tê gotin ku herî zêde hilberîna gaza zinar li DYA’yê tê kirin, lê piştî derxistina vê gazê rê li ber xetereyên mezin tên vekirin û dibe sedema erdhêjê.
Derxistina gaza zinar li Fransayê hat qedexekirin. Li Bulgarîstan û Komara Çekê jî hat qedexekirin. Li Ispanya, Ingîlîstan û Başûrê Afrîkayên jî niha hatiye rawestandin.
Ji ber rêbazên derxistina gazê re, bi ava şid ya ku di bin erdê de teqînan pêk tînin, gaza di bin erdê de û ava ji bermayî berhev dibe û ev jî rê li ber pirsgirêkên mezin vedike, xwezayê texrîb dike.
Ji bo derxistina gazê ji sedî 9.5 xîzê û ji sedî 0.5 kîmyasalê tevli avê ku bikarantînin dikin. Ev ava li bin erdê tê bicihkirin jî dê ax û çavkaniyên avê qirêj bike. piştî qirêjiya ax û avê dê xetereyek mezin bi sewalan re çêbike û hilberînên şîr û goşt de zirarek mezn çêbike.
GAZA ZINAR ÇIYE-ÇAWA TÊ DERXISTIN?
Ji ber madeyên organîk diguhindirîne navê wê kerojene, dema tê germkirin û pertol û gaz jê tê hilberandin. Sondaja wê li gorî gazên din gelek buhaye. Di lêgerînên li amedê de tê gotin ku dê 4 hezar û 500 merte biçin bin erdê. Di vê kurahiya erdê de li zinaran dê ava şid û madeyên hişk bên enjektekirin. Ji bo derxistina gazê jî zinar tên şikandin û bi avêt derdixin holê.
Pispor zirar û rîska derxistina gaza zinar wiha rêz dikin;
Faliyetên sîsmîk;Şikandina hîdrolîk, rîska erdhêjê zêde dike, ev jî rîska zirarê, rîska teqîn û herikînê zêde dike.
Qirêjiya hewayî: xebatên sondaja gaza ku tê derxistin dibe sedema qirêjiya hewayî, gaza xwezayî û metanê hildiberîne.
Qirêjiya avê;Şikandina hîdrolojîk, dibe sedema qirêjiya ava bin erdê, ligel vî madeyên bi zirar û metanê madeyên radyoaktîf ya di avê de zêde dike.
Bikaranîna avê;Şikandina hîdrolîk, gelek caran nayê telafikirin û rê lib er qirêjiyek mezin vedike. Ji ber vê divê li kurahiya erdê av bê pompekirin. Av jî zêde hewce dike. Ev jî li gorî herêman dê bibe sedema pirsgirêka avê.
Qirêjiya axê; Şikandin, herikîna madeyan, herikîna ava qirêj û teqîna çalan mijara gotinê ye.
Bikaranîna ereziyê;Şikandina hîdrolokî, dibe sedema xerabûna ereziyê, li qadên çolterî bandora wê ya zirar dê çêbe.
Deng; Xebata derxistina gaza zinar dengekî mezin derdixe holê.
Bandora wê ya li ser karkeran; bi taybet karkerên li wir dixebitin di bin bandora madeyên kîmyewî yên toksîk dimînin.
SHELL BI SABIKAYE
Berpirsa Kampanyaya Kampanyaya Enerjî û Demîsalî ya Akdenîz Greenpeace Pinar Aksogan, bal kişand ser pirsgirêkê ku bi derxistina gaza zinar derkevin holê û got beriya ev xebat bên kirin divê li herêmê lêkolîneke sîsmîk bê kirin û got: “Amed wek cihê duyemîn yê erdhêjê tê bi navkirin. Gelo van der barê vê de raporek girtiye, gelo dê zirarê derbixe holê? Şîrketa Shell, sala borî ji herikîna 207 petrolan berpirs hat dîtin. Yanî sicîleke paqij ya Shell tune. Ev faliyeteke bi rîske.