Xebatên ji bo hilblijartinên 1'ê Mijdarê dewam dikin

Ji bo hilbijartinê, tevî dengdayînê xebatên pêkhateyên HDP'ê jî dewam dikin. Ji bo hilbijartinê jin bi awayekî aktîf dixebitin.

Ji bo hilbijartinê, tevî dengdayînê xebatên pêkhateyên HDP'ê jî dewam dikin. Ji bo hilbijartinê jin bi awayekî aktîf dixebitin.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Komeleya Jinên Kurd û Komîsyona Jinê ya HDP'ê ya Kopenhagenê, bi hev re dixebitin. Di vê çarçoveyê de civînek hat lidarxistin. Jinan di civînê de peyama "Dîsa dîsa aştî, dîsa dîsa hemû jin" dan.

Di civînê de, li ser belavkirina xebatên HDP'ê li nava hemû jinan û motîvekirina jinan ji bo dengdayînê, axaftin hatin kirin. Hat plankirin ku li taxan 6 komîsyon werin avakirin û bi rêya van komîsyonan re xwe bigihînin hemû jinan. Ji bo bi awayekî komî biçin ser sindoqan, rojek hat diyarkirin û biryar hat dayîn ku di vî warî de xebateke rêxistinî bê meşandin.

Ji Weqfa Jinên Azad a Rojava Meîke Nack jî li vir peyivî û der barê bûyer û rewşa li Rojava de agahî da. Nack da zanîn ku ew girîngiyê didin xebatên jinan û xwerêveberiya jinan a di dema pêş de û diyar kir ku ew perwerdeya pedagojî, tenduristî û alîkariya destpêkê, didin jinan.

CREÎL

Li Bakurê Fransayê xebatên ji bo birina hilbijêran li ser sindoqan, bi lez û bez didom in. Di çarçoveya xebatên li Parîs û derdora wê tên meşandin de, hilbijêr bi konvoyan diçin ser sindoqan. Çend ji van konvoyan di dawiya hefteyê de çûn ser sindoqan û deng hatin bikaranîn. Bi dehan wesayîtên li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Creîlê civiyan, berê xwe dan Konsolosxaneya Parîsê.

Koordînasyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya li Fransayê bang li hemû hilbijêran kir ku bi şiyara "Tu ji ber komkujiya li Enqereyê bi hêrs e? Hingî biçe ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne" tevlî dengdayînê bibin.

Plansaziya Koordînasyona Hilbijartinê ya li Bakurê Fransayê ya ji bo gelê li vê herêmê bibe ser sindoqê, bi vî rengî ye:

NAVENDA PARÎSÊ
13'ê Cotmehê roja Sêşemê saet di 14:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê

CREÎL
14'ê Cotmehê roja Çarşemê saet di 14:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Creîlê

EVRY
16'ê Cotmehê roja Înê saet di 15:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry

17'ê Cotmehê roja Şemiyê, wê li ber Navendên Civaka Demokratîk ên li herêma 1. a Parîsê li Nantterre, Vîlleneûve-Saînt Georges, Vîlle le Bell û Drancy, saet di 10:00 de bi konvoyan hilbijêr biçin Konsoloxaneya Parîsê.

...