Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê li Şirnex û Dersimê jî dom dike

HDP a ku li gel diyarkirina navên namzetan, li aliyê din ji bo hilbijatinê di nava xebatan de ye. Îro li gelek navendan civîn û buroyên hilbijartinê hatin vekirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê ku navber bide xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê didomîne. HDP’yiyên ku her rojê bi gel re dicivin, li gelek navenda serdana gel kirin û buroyên hilbijartinê vekirin.

ŞIRNEX

Rêxistina HDP’ê ya bajar, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Vakifbankê serdana gel kirin. Serdana ku ji aliyê gelek HDP’yî û BDP’yiyan ve hate kirin, kartên ku wêneyên namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîtaş li ser belavkirin. Bi taybet jin û zarokan eleqeyeke mezin nîşanî HDP’yiyan da.

Welatiyan anî ziman ku wê xwedî li vîna xwe derkevin û peyama em; “Em dikarin” dan.

DERSIM

HDP’ di çarçoveya xebatên hilbijartina bi darê zorê ya ji serokkomariyê û parlementoyê ya ku wê 24’ê Hezîranê pêk were de, li navçeya Mêzgêr a Dersimê çûn serdana gel û esnafan. Parlemeterê HDP’ê ya Stenbolê Erdal Ataş û rêveberên HDP’ê û gelek ciwan tevlî serdanan bûn. Girse destpê kê li pêşiya avahiya Mêzgêr kom bûn, li navenda navçeyê serdana gel û esnafan kirin û belavok belavkirin. Piştre derbasî bajarokê Dariket û Akpazarê bûn û tevî civanan serdana gel kirin.

Belavokên ku wêneyê namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li ser hatin belavkirin.

Piştre jî derbasî navenda Dersimê bûn û li vir jî belavok belavkirin.