Xaniyên li Nisêbînê bi tankan tên bombekirin
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana gel a li dijî êrîşên hêzên çekdar ên dewletê, dewam dike. Artêşa Tirk bi tankan hin xanî bombe kirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, berxwedana gel a li dijî êrîşên hêzên çekdar ên dewletê, dewam dike. Artêşa Tirk bi tankan hin xanî bombe kirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li kolana Kanarya ya taxa Abdulakdîr a avahiya hikûmetê lê ye, tankan avêtine malan. Şahidên bûyerê dan xuyakirin ku li kolanê herî kêm 7 teqînan rû dane.
Hat ragihandin ku li gorî agahiyên destpêkê di van teqînan de 1 jê giran 3 kes birîndar bûne. Tê gotin ku ji ber sekvanên tîmên taybet ên Tirk, welatî nikarin birîndaran rakin nexweşxaneyê.