Xalê Hesen yê Danîmarkayê jiyana xwe ji dest da

Hasan Guraslan ê ku li Danîmarkayê bi navê Xalê Hesen tê naskirin û bavê du gerîlayan e, vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Xalê Hesen di sala 1937’an de li Gurgumê ji dayîk bûbû û ji ber ku li dijî cerdevantiyê derdiket di sala 1990’î de mala wî hate şewitandin.

Xalê Hesen ji ber zextên dewletê ji neçarî di sala 1997’an de welat terikand û li Danîmarkayê bi cih bû.

Xalê Hesen 20 sal in li saziyên Kurdan ên li Danîmarkayê dixebite û di heman demê de bavê du gerîlayan e.

Xalê Hesen di sala 2012’an de ji ber doza Roj Tvyê demekê hate girtin û piştre beraat kir.

Xalê Hesen di demên dawîn de tendirustiya wî ne baş bû û vê sibehê jiyana xwe ji dest da