Wurtz ku di navbera 1979-2019’an de parlamenteriya PE’yê kirî got helwdana dagirkirina Efrînê binpêkirina prensîbên hiqûqa navneteweyî ye. Wurtz got divê Erdogan û rêvebererên dî yên dewleta Tirk ji êrîşan ji hêla cezayê ve berpirs werin dîtin û got êrîş bi hindetên konjonktrel nikare were vegotin.
HERÊMA OTONOM A KURD ‘KABÛS’A ERDOGAN E
Wurtz got hewldana dagirkirina Efrînê parçeyek ji wê stratejiyê ye ku tê xwestin ku kantonên Kurd nebin yek û got, li Bakurê Sûriyê bi pêşengiya PYD’ê çêbûna herêmeke xweser ji bo Erdogan ‘kabûs’ e.
Wurtz got Erdogan bi xwe gefê li dijberên şer dixwe, bi sedan kes avêtin girtîgehan û got propagandaya şer û bayê milîtarîst-nîjatperestiya zêde li hemû welêt daye.
Wurtz li ser gefên Erdogan ên li Fransayê ku mijar bire Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û li ser welatê dî got, ‘maceraya bixwîn’ a Tirkiyê ziyanê dide têkoşînê dijî DAÎŞ’ê û Astana jî di nav de wê hevdîtinên aştiyê pûç bike.
Wurtz ji ber ku çek û malzemeyên di hewldana dagirkirinê ji hêla rejîma Erdogan ve têne bikaranîn ji Fransayê û Elmanyayê çûne, rexneyek tund kir û li ser bêdengiya li dijî dagirkeriyê jî helwesta xwe nîşan da.