Wezîrên HDP'yî: Tezkere wê Tirkiyeyê bixe nava çiravê
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan ên HDP'yî beriya civîna Desteya Wezîran a îro li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan ên HDP'yî beriya civîna Desteya Wezîran a îro li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Konca destnîşan kir ku tezkereya ji bo derveyî welêt gelekî bi rîsk e û got, "Pêwîste tezkere bi biryara Desteya Wezîran pêşkêşî Meclîsê were kirin. Li gorî agahiyên gihaştine ber destê me, hikûmeta beriya niha ev tezkere sewqî Meclîsê kiriye. Ev yek heqareta li hikûmeta heyî ye û ji dest girtina erkê endamên hikûmetê ye."
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca û Wezîrê Pêşvebirinê Muslum Dogan ên HDP'yî beriya civîna Desteya Wezîran a îro li Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
Konca 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibîr xist û xwest aştî bibe para hemû gelan.
Konca diyar kir ku rojeva civîna îro ya Desteya Wezîran tezkereya operasyona li derveyî sînor nîne û got, "Halbûkî diviyabû bi biryara Desteya Wezîran tezkere radestî Meclîsê bihata kirin. Li gorî agahiyên me ji çapemeniyê wergirtî ne, tezkere ji aliyê hikûmeta beriya niha ve sewqî Meclîsê hatiye kirin. Eger ev agahî rast be, ev yek heqareta li hikûmeta heyî ye û ji dest girtina erkê endamên hikûmetê ye."
Konca anî ziman ku divê tezkere îro ji aliyê hikûmetê ve were nîqaşkirin û bê zelalkirin ku pêwîstî pê heye yan na, piştre radestî Meclîsê bê kirin. Konca destnîşan kir ku ev tezkere bi ti awayî bi kêrî Tirkiyeyê nayê. Wezîr Konca da xuyakirink u tezkere gelekî bi rîsk e ku Tirkiyeyê bixe nava çirava li Rojhilata Navîn.
'EM NAXWAZIN TI KES BIMIRE'
Konca ragihand ku HDP li dijî her şêweyê şîdetê ye û got, "Em partiyeke demokratîk in ku li gorî destûra bingehîn ava bûne. Lewma em alîgir in ku hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê di nava demokrasiyê de bên çareserkirin. Em li dijî mirinên ji ber şîdetê ne. Em naxwazin ti kes bimire. Helwesta me di vê mijarê de vekirî û zelal e."