Wezîrê Tirk: Ji bo me DAIŞ û PKK yek in
Wezîrê Tirk: Ji bo me DAIŞ û PKK yek in
Wezîrê Tirk: Ji bo me DAIŞ û PKK yek in
Li aliyekê bang li dewleta Tirk tê kirin ku dest ji polîtîkayên destekkirina DAIŞ’ê berde, li aliyê din jî helwesta piştgiriyê ya hikûmeta Tirk a li hemberî DAIŞ’ê zelal dibe. Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz DAIŞ’a ku mirovan qetil dike û PKK’ya ku li dijî wê têdikoşe şiband hev.
Wezîrê Tirk Taner Yildiz ku li Qeyseriyê tevlî pîrozbahiya cejnê bû, diyar kir ku wan ji bo tevgerên derveyê sînor, ango aliyê Sûriye û Iraqê biryara tezkereyê derxistine.
Wezîrê Enerjiyê, Yildiz çeteyên hov ên DAIŞ’ê ku bi hezaran mirovên sivîl qetil dikin û PKK’ya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têdikoşe, anî rêza hev û got: “Niha, hin welatên cîhanê dixwazin em di navbera DAIŞ û PKK’ê de tercîhek bikin. Ji bo me PKK jî û DAIŞ jî yek in.”