Wezîrê Karên Derve yê Kobanê: Dibe ku çete çekên kîmyewî bikar bînin

Wezîrê Karên Derve yê Kobanê: Dibe ku çete çekên kîmyewî bikar bînin

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo da xuyakirin ku zêdeyî du meh in berxwedana li hemberî DAIŞ'ê dewam dike, cih li çeteyan teng bûye û got, "Êrîşên çeteyan hatin şikestin. Dibe ku çekên kîmyewî bikar bînin, em bi guman in. Dema tengav dibin serî li vê rê didin. Li dijî şervanên me beriya niha jî bikar anîbûn. Lewma banga me li tevahiya cîhanê ye: Çeteyên tengav bûne dikarin serî li vê rê bidin. Lewma divê korîdora însanî tavilê bê vekirin û ji bo parastina sivîlên me û têkoşîna li dijî çeteyan pêwîstiya me bi alîkariyê heye."

Berxwedana dîrokî ya Kobanê ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê di roja 64. de dewam dike. Berxwedana ku hemû nûnerên gel jî rahiştine çekan û li refên pêş cih digirin, roj bi roj mezin dibe. Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo ji ajansa me re axivî û diyar kir ku berxwedan zêdeyî du meh in bi briyardarî dewam dike.

'EM BI VÎNA XWE TÊDIKOŞ IN'

Kurdo der barê aqûbeta gundên hatine şewitandin û gundiyên ketine destê çeteyan de agahî li gel wan nîne û da zanîn ku hemû taxên eniya rojhilat û başûr ên ji aliyê çeteyan de hatine dagirkirin veguherîne xirbe û bi berxwedanê, pêşî li pêşveçûna çeteyan hatiye girtin. Kurdo ragihand ku gelê Kurd bi berxwedana Kobanê re bûye rojeva yekemîn a cîhanê û di navbera Kurdan de jî li çar parçeyan yekîtî pêk hatiye. Kurdo bal kişand sivîlên li Kobanê û da zanîn ku hînê bersiv ji daxwazên wan ên ji bo vekirina korîdorê re nehatiye dayîn. Kurdo got, "Di destên me de çêkên me yê ku em bikaribin li dijî çeteyan rawestin nîn e. Em têkoşîna xwe bi vîna xwe dimeşînin. Em tenê dikarin piştgiriya hewayî bigirin. Ev jî sûdê dide berxwedanê lê ji ber ku çekên giran nîn e ev gelekî zorê dide hêzên me. Ji bo ku hêzên me bikaribin gelê Kobanê û gelên Sûriyeyê li dijî çeteyan biparêzin pêwîstî bi çekên giran heye. Li gel hemû bêderfetiyan berxwedana Kobanê bi bîryarî didome."

Kurdo ragihand ku berxwedana YPG û YPJ’ê pêşî li çeteyan girtiye û çete li gel teqwiyeya ji gelek navendan, çete nikarin xwe li hemberî YPG û YPJ’ê bigirin. Kurdo anî ziman ku ew bi fikar in ku çeteyên li Kobanê tengav bûne di êrîşan de guhertinan bikin û ev bang kir: "Wekî berê em fikar in di êrîşan de çekên kîmyewî bi kar bînin. Berê jî li dijî şervanên me bi kar anî bûn. Dema tengav dibin serî li vê rê didin. Di laşê hevalên me yên şehîd ketin de şawet û cihên sorbûbûn hebûn. Madên wan dixeliya. Em bi fikar in ku careke din çekên kîmyewî bi kar bînin. Lewma banga me li tevahiya cîhanê ye: Çeteyên tengav bûne dikarin serî li vê rê bidin. Lewma divê korîdora însanî tavilê bê vekirin û ji bo parastina sivîlên me û têkoşîna li dijî çeteyan pêwîstiya me bi alîkariyê heye."

'EM LI KOBANÊ LI SER NAVÊ MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞ IN'

Kurdo diyar kir ku çar parçeyên Kurdistanê di nava vê berxwedanê de cih girtine û Kobanê li ser piyan girtine û ji bilî gelê Kurd ti hêzê nekarî li hemberî çeteyan bisekine. Kurdo anî ziman ku ew li dijî çeteyên DAIŞ’ê tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû mirovahiyê şer dikin û weha bdewam kir: "Hemû cihan dizane ku çeteyên DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê ne û ji bilî talanê tiştekî nakin. Li dijî van çeteyan tenê gelê Kurd li ber xwe da. Em li ser navê mirovahiyê têdikoşin. Ji bo jiyanê em mirinê digirin ber çavan. Em Kurd, Tirk, Elewî, Ereb, Suryan dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin li Sûriyeya demokratîk bijîn. Cudabûnê yan jî veqetandinê naxwazin. Hemû gel dixwazin di nava aştiyê de bijîn ji ber vê yekê em destên xwe dirêj dikin. Ji bilî aştiyê jiyan ne pêkan e."

Kurdo da xuyakirin ku di roja destpêkê ya êrîşan de wan bang li hemû cihanê kirine, lê tenê Kurdên parçeyên din destên xwe dirêjî Kobanê kirine. Kurdo destnîşan kir ku hatina pêşmergeyan a li Kobanê jî girîng bû û got: “Ev ji bo yekîtiya gelê kurd a pêşerojê gaveke girîng bû. Li dijî êrîşan bû hêzeke hevpar. Hevalên me yên pêşmerge yên li Kobanê şer dikin xwe ji Kobanê cuda nabînin. Birayên me ne. Bi me re di heman eniyan de şer dikin. Em jî bi vê ser bilind in. Ev ji bo yêkitiya kurdan gavek e."