Wezîrê Edaletê ya Tirk derbarê lêçûnên hilbijartinê li xwe mikur hat

Wezîrê Edaletê yê Tirk Abdulhamît Gul derbarê lêçûnên hilbijartinê li xwe mikur hat.

Di 10’ê Mijdarê de li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê, di hevdîtinên budçeya Wezareta Edaletê de, parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû pirsek ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir.

Katircioglû pirsî ku di beşa ‘transferên saziyên armanca wan ne kar e’ de çima 517 milyon lîra di budçeya 2020’an de daketiye 75 milyon lîrayî?

Katircioglû pirsî ‘Çima di sala 2019’an de 517 milyon lîra bû û 455 milyon lîrayê vî tiştî hatiye xerckirin û çima di sala 2020’an de dibe 75 milyon lîra?”

Wezîrê Edaletê jî bersiveke balkêş da û got, “Ev beşa saziyên ne ji bo karê, ji bo hilbijartinan bû. Ji ber ku ji bo hilbijartinê bû ev budçe wisa bû û ev budçe ji bo hilbijartinê hatibû veqetandin.”