Hin parlamenterên Swêdî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û komkujiyên ku li Efrînê dixe xistibûn rojeva parlamenta Swêdê û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom xwestibûn ku ji bo Tirkiye li gorî biryara agirbestê tevbigere, hewl bide.
Parlamenteran her wiha ragihandibûn ku dewleta Tirk li dijî gelê sivîl çekên kîmyewî bi kar tîne.
Margot Wallstrom duh bersiv da pirsên parlamenteran û diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê bû sedem ku şerê li Sûriyeyê girantir bibe û rewş bêhtir nebaş bibe. Her wiha anî ziman ku ev êrîş kir ku çareseriya siyasî ya pirsgirêkê zehmet bibe.
EFRÎN JÎ DI NAVA ÇARÇOVEYA AGIRBESTÊ DE YE
Wallstrom işaret bi biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo alîkariya însanî li gelemperiya Sûriyeyê hate ragihandin û got, "Efrîn jî di nava çarçoveya agirbestê de ye. Ji ber vê yekê divê Tirkiye biryara Neteweyên Yekbûyî bi cih bîne. Swêdê ev yek ji Neteweyên Yekbûyî û ji Tirkiyeyê re ragihand." Wallstrom got, hewldanên Swêdê yên ji bo bicihhatina agirbestê wê bidome.
ÎDÎAYÊN LI SER BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DIVÊ BÊN LÊKOLÎN
Wallstrom destnîşan kir ku ew îdîayên li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Efrînê gelekî cidî dibînin û diyar kir ku saziya kontrolkirina qedexeya çekên kîmyewî (OPCW) divê li mijarê bikole.
Wallstrom ragihand ku Swêdê wê mijarê bi rengekî bê navber di rojeva Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de bihêle.
Duh jî Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Jamal El Haj pêşnûme pirseke nivîskî dabû û êrîşên li Xota Rojhilat û Efrînê yên li ser gelê sivîl xistibû rojevê.
Tê payin ku Wallstrom herî dereng heta 17'ê Adarê bersivê bide pirsên El Haj.