Wezîr Ergîn: Dibe ku di mijara paşvekişînê zagon bê derxistin

Wezîr Ergîn: Dibe ku di mijara paşvekişînê zagon bê derxistin

Wezîrê Edaletê yê Tirk Sadullah Ergîn îdîakir ku, ew li bendêne PKK ji 21’ê Adarê heya dawiya Kanûnê xwe vekişîne dervey sînoran û balkişande ser wê yekê ku dibe têkildarî paşvekişînê zagon were derxistin.

Wezîrê Edaletê yê Tirk Sedullah Ergîn ku tevlî televîzyona binavê Kanalturk bû têkildarî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxandin kirin û got; “Ew li bendêne ûnsûrên çekdar ji 21’ê Adarê heya dawiya salê xwe paşvebikişînin dervey sînor.”

Ergîn diyarkir ku, pêwîste paşvekişîn û bêçalaktî bi hev re çêbibe û got: “Tiştek wisan nîne ku dê çend salan dom bike.”

Wezîr Ergîn aşkera kir ku, periyodên diyar yên pêvajoyê heye û têkildarî qadroya çiya jî ew dê pêngava piştî vê li ser bifikirin, dibe ku ji bo paşvekişînê zagon were derxistin.

Wezîr Ergîn destnîşan kir ku, “Garantiya pêvajoyê tuneye, lê belê gel pêvajo pêşnekeve dê çi bi qewime garantiya wê heye.”

Weke din jî Ergîn da zanîn ku, efoya giştî di rojeva wan de tuneye.