Wezîr Annen: Divê tecrîd bi dawî bibe

Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserok Pervîn Bûldan, bi Wezîrê Dewletê yê Elman Niels Annen re hevdîtin kir. Annen got, ew dixwazin hikumeta Tirk hurmetê nîşanî nirxên demokratîk bide û alîgirê bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ne.

Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan, di dawiya danûstandinên xwe de yên li Berlînê, bi Wezîrê Dewletê yê Elman Niels Annen re hevdîtin kir. Tevî Bûldan, parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, parlamenterê berê yê Şirnexê yê HDP'ê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Îmret û Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû jî di nava HDP'ê de hebûn. Hevdîtina heyetê ya bi Nanen re erênî derbas bû.

Di hevdîtinê de rewşa dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nirxandin. Hate ragihandin, wezîr Annen ê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD), li ser bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê û sererastkirina mercên girtîgehên li Tirkiyeyê nêrîna xwe ji heyetê re ragihandiye.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyek ji çapemeniyê re nehate dayin. Lê belê wezîr Annen li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek weşand û ragihand, bi Hevseroka HDP'ê Bûldan re li ser hilbijartinên li Stenbolê û pêwîstiya hurmeta li pîvanên demokratîk ên li Tirkiyeyê, axivîne.

HDP'Ê BANG LI ELMANYAYÊ KIR KU BI BERPIRSYARÎ TEVBIGERE

Annen wezîrê dewletê yê ji karên derve berpirsyar e û di heman demê de endamekî rêveberiya SPD'ê de ye ku partiya wî hevparê hikumetê ye. Nûnerê HDP'ê yê Ewropayê Farûk Dorû li ser hevdîtinê ji ANF'ê re axivî û got, "Wezîr ji me re got, ku li dijî tecrîdê ew xwedî siyasetekê ne. Her wiha daxuyaniya Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê Elmanyayê ya ji bo bidawîkirina tecrîdê ku meha Çileyê dabû, bi bîr xist û diyar kir, ev siyaseta wan didome."

Dorû destnîşan kir, wezîrê Elman di hevdîtinê de ji wan re ragihandine; di mijara rakirina tecrîda Îmraliyê de helwesta wan zelal e û li ser detayên hevdîtinê got, "Di wê hevdîtinê de me diyar kir, ku rewşa çalakgerên greva birçîbûnê di asta krîtîk de ye û divê êdî Elmanya bikeve nava hewldanan. Me bi bîr xist, daxwaza me ya ji bo bidawîbûna tecrîdê, pîvaneke peymana endametiya Konseya Ewropayê ye ku Elmanyayê jî mohra xwe daniye binî. Di vê mijarê de roleke girîng dikeve ser milê Elmanyayê."

Dorû diyar kir, hevdîtinên wan ên du rojan bi giştî erênî derbas bûn û got, "Di hevdîtinan de me derfet dît ku hem rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê, hem jî asta heyî ya çalakiyên greva birçîbûnê ji nûnerên partiyên siyasî û hikumetê re ragihînin."

Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Bûldan, tevî wezîr Annen her wiha bi Seroka Giştî ya SPD'ê Andrea Nahles, Hevserokê Partiya Çep Berndt Riexinger, ji damezrînerên Partiya Çep Gregor Gysi û nûnerên Partiya Keskan re hevdîtin kiribû.