Wezareta Karê Derve yê Danîmarka, bang li Konsolosxaneya Tirk kir
Wezîra Karê Derve ya Danîmarka Krîstîan Jensen, piştî girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan, bi lezgînî bo hevdîtinê bang li Konsolosê Tirkiyê yê Kopenhagê Mehmet Donmez kir.
Wezîra Karê Derve ya Danîmarka Krîstîan Jensen, piştî girtina hevserokên HDP’ê û wekîlan, bi lezgînî bo hevdîtinê bang li Konsolosê Tirkiyê yê Kopenhagê Mehmet Donmez kir.
Li dijî darbeya AKP/Qesrê ya li HDP’ê Wezîra Karê Derve ya Danîmarka Krîstîan Jensen, bang li Konsolosê Kopenhagê yê Tirkiyê kir.Jensen ku daxuyanî da qenala DR Nyheder diyar kir, ji ber geşedanên dawî yên li Tirkiyê ew ketine nav fikarên giran û ji bo vê jî, bang li konsolosê Tirk kirine.
Jensen diyar kir, ku Tikiye metirsî demokrasiyê û rexneyên hikûmeta Danîmarkayê ji nedîtî ve were, têkiliya di navbera du welatan dikare xira bibe û got, ‘’Di rewşeke wiha de pir zehmet e ku têkiliyên di navbera du welatan de bidomin’’