Westrheîm: Projeya Kurdan dikare krîzan çareser bike

Seroka Komîteya Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTTC) Karîane Westrheîm destnîşan kir, ku rêbaza çareseriyê ya Kurd niha ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar dikin, rêbaza bingehîn a çareseriyê ye.

Parlamenta Ewropayê wê sibe ji 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî re malovaniyê bike. Der barê konferansa bi serenavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd, krîzên berê, çareseriyên nû" de, Seroka EUTTC Kaîrane Westrheîm ji ANF'ê re axivî. Westrheîm da xuyakirin, ku rêbaza çareseriyê ya ku Kurd niha ji bo Rojhilata Navîn pêşkêş dike, rêbaza bingehîn a çareseriyê ye.

Seroka Komîteya Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê Westrheîm bal kişand ser girîngiya dema pêkhatina konferansê û da zanîn, ku ev konferans wê pêvajoya ji peymana Skyes-Pîcot û vir ve binirxîne.

DIKARE JI KRÎZÊN BERÊ RE BIBE ÇARE

Westrheîm bibîr xist ku di Peymana Skyes-Pîcot de Kurdistan ji aliyê hin hêzan ve hat parçekirin û ragihand, ku rêbaza çareseriyê ya ku Kurd ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar dike, rêbaza bingehîn a çareseriyê ye. Westrheîm da zanîn, ku Kurdan bi pêşniyar û pratîka xwe ya di vê rêyê de, ev rastî îspat kirine û got, "Pêşniyarên çareseriyê yên Rojava û HDP'ê li holê ne. Ev rêbazên çareseriyê û bi cih anîna wan nîşan da, ku dikare ji krîzên berê re bibin çare."

Westrheîm da zanîn ku niha li sê parçeyên Kurdistanê şerekî dijwar diqewime û bal kişand ser şerê li Bakurê Kurdistanê. Westrheîm da xuyakirin, ku Tirkiye polîtîkayeke qirêj dimeşîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tirkiye hewl dide serweriya xwe pêk bîne. Ev pêvajo ji aliyê Ewropiyan ve gelekî baş nayê fêmkirin. Rewşa îro li Bakurê Kurdistanê diqewime û ya par li Kobanê qewimî, gelekî dişibin hev. Mirov dikarin bêjin heman pêvajo ne. Lê Ewropiyan ev baş fêm nekirine."

YEKÎTIYA EWROPA BI DERXISTINA PKK'Ê JI NAVA LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÊ' RE DIKARE TEVKARIYÊ LI ÇARESERIYÊ BIKE

Westrheîm ragihand, ku Kurd wê ti carî teslîm nebin, wê her tim li ber xwe bidin û têbikoşin û destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û NATO neçarin ji niha û pê ve tevlî pêvajoyê bibin û çavên xwe vekin. Westrheîm anî ziman ku jinedîtî hatina bûyeran rewşeke bê qebûlkirin nîne û got, "Divê zextê li Tirkiyeyê bikin û şertê dîtina çareseriyeke polîtîk destnîşan bikin. Bi derxistina navê PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorê' re dikarin tevkariyê li pêvajoya çareseriyê bikin. DYA û Yekîtiya Ewropa bi mûxatab dîtina Kurdan re dikarin tevkariyê li ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê bikin."

Westrheîm daxuyaniyên Alîkarê Serokê DYA Joe Bîden jî rexne kir û anî ziman ku DYA ji jor ve nêrînek bilêv kiriye, bi tenê axiviye û got, "Hin dewlet jî vê yekê li gorî xwe şîrove dike û bilêv dike. Mînak; Norwêc dibêje 'Tirkiye guneh e, ewqas pirsgirêkên xwe heye, koçberan werdigire'. Nêzîkatiyek bi bandora DYA nîşan dide."

Westrheîm anî ziman ku divê li ser bingeha çareseriya polîtîk xebatên lobî werin meşandin, bal kişand ser girîngiya van xebatên ji bo Rojava û Bakurê Kurdistanê.

Westrheîm da zanîn ku PKK û HDP di vê pêvajoyê de wê roleke girîng bilîzin û ragihand, ku ji bo ev rol bi awayekî fermî were naskirin, divê rêyên çareseriyê esas werin girtin.

...