‘Wesiyeta wî dîtina gerîla bû’
‘Wesiyeta wî dîtina gerîla bû’
‘Wesiyeta wî dîtina gerîla bû’
Bira û dostên pêşmergeyê bi navê Hecî Elî ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesiyeta wî hatin serdana gerîlayên HPG/YJA STAR yên di sengerê Kerkûkê de ne. Komek gerîla û ji fermandarên HPG’ê Egîd Kelar ew pêşwazîkirin.
Pêşmergeyê bi navê Hecî Êlî bi eslê xwe ji bajarokê Kifrîtê yê bi ser Silêmaniyê ve bû, piştî ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li hemberî Başûrê Kurdistanê dijwar bûn, ji bo ku ew jî erka xwe ya parastina axa Kurdistanê bike, li gel pêşmergeyên YNK’ê yên di sengerên pêş ên Qeretepe de cihê xwe digire.
‘EM Ê BIÇEN CEM GERÎLAYÊN PKK’Ê’
Di pevçûnek li hember çeteyên DAIŞ’ê de li gundê Satran ê bi ser Qeretepe ve, di 20’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dide. Hecî Elî Salih berî ku jiyana xwe ji dest bide, daxwaza xwe ya dîtina gerîlayan bi hevalên xwe yên di heman çeperê de ne tîne ziman.
Yek ji hevalê wî yê bi navê Reşîd Elî Kakmend ku bi hev re di heman çeperan de bûn wiha dibêje; “Ez di wî şerî de li gel şehîd Hecî Elî Salih bûm. Me ji bo pêşmergan cebilxane dibir, şehîd Hecî Elî got: ‘Me gelek alîkarî daye pêşmergan, vê carê dema em zivirîn malê, em ê biçin gel gerîlayên PKK’ê yên di çeperên Kerkûk û Mexmûrê de û hinek alîkarî ji wan re bibin.’”
‘ME WESÎYETA BIRAYÊ XWE BICIH ANÎ’
Her wiha hevalê Hecî Elî Salih da diyarkirin ku îro jî bi hatina wan a li gel gerîlayan wesiyeta Hecî Elî pêk anîne.
Birayê şehîd Hecî Elî Salih ê bi navê Seyîd Heme Salih jî wiha got, “Ez pir kêfxweş bûm ku min hûn dîtin, hêviya Hecî Elî dîtina we bû, Lê qismet nebû. Bi hatina gel we re, min wesiyeta birayê xwe bi cih anî.
‘PÊWÎST E HÛN HEVALAN BIBÎNIN’
Yek ji dostê Hecî Elî û berpirsê pêşmergeyên kevin ên Kifrîtê, Aram Kifrît tevî bira û hevalên wî ku hatibû, wiha armanca hatina xwe vegot; “Hecî Elî digot: ‘Min heval nedîtine, pêwîst e hûn biçin hevalan bibînin.’”
‘JI BO ME BICIHANÎNA DAXWAZA ŞEHÎD PIR BI WATE YE’
Piştî bira, dost û hevalên Hecî Elî Salih axaftinên xwe bi dawî kirin, ji fermandarên HPG’ê Egîd Kelar bixêrhatina wan kir û wiha axivî;
“Ji bo me pêkanîna wesiyeta şehîdan tiştekî pir bi wate ye. Ev alîkariya we aniye ji alîkariyek madî zêdetir, alîkariyek manewî ye, ji ber we wesiyeta şehîd pêk aniye. Daxwazên şehîdan pir in, em soz didin bêkêmasî daxwazên wan pêk bînin.”
Desteya ku ji pazdeh kesan pêk dihat demekê bi gerîlayan re sohbet kirin û piştre ji sengerên gerîlayan veqetiyan.