Wesayîta bombebarkirî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat li Murşîtpinarê teqiya

Wesayîta bombebarkirî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hat li Murşîtpinarê teqiya

Wesayîta bombebarkirî ya tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve hat piştî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas bû teqiya. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li tesîsên aîdî TMO'yê bi cih bûn ên li hemberî bajar bi sê aliyan ve berdewame.

Serê sibê seat di 05.00'an de wesayîta bombebarkirî ya tê gotin ji aliyê Tirkiyeyê ve hat piştî ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Kobanê bû teqiya. Li gorî agahiyên ji rayedarên YPG'ê hatin girtin wesayîta aîdî çeteyên DAIŞ'ê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatî piştî teqandin pevçûnên dijwar destpê kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê yên li TMO’yê bi cih bûn êrîş dikin

Hate ragihandin ku çeteyên li derdora fîloya genim a aîdî TMO ya li aliyê Tirkiyeyê bi cih bûn ên li nêzî Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê li hemberî Kobanê êrîşan dan destpêkirin. Li rojhilat, rojava û başurê Kobanê pevçûnên dijwar berdewam dikin.