Weşanên Roj TV hatin betalkirin

Weşanên Roj TV hatin betalkirin

Dadgeha Bilind di derbarê îtîraza Mezopotamya Brodcasting ya têkildarî biryara Dadgeha Eyaleta Kopenhagê bersiv da. Di bersivê de hemû weşanên Roj Tv betalkirin.

Têkildarî mijarê Midûrê Giştî yê ROJ TV Îmdat Yilmaz, beşdarî bernameyek Nûçe Tv bû û diyar kir ku, di biryara îro di demjimêr 12'an de ji wan re hatiye ragihandin ku, eger ew cezayê pere bide (1.5 milyon euro) hingî dikarin serî li Dadgeha Bilind bidin û li dijî biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagenê derkevin. Yilmaz destnîşan kir ku eger ew ceza nedin, mafên wan ên serlêdana Dadgeha Bilind nine.