Weşanên Ceylan ên pirtûkên wê hatin qedexekirin: Zext nikare bi rastiyê

Pirtûkên bi navê Rewşa Şoreşê li Rojava û Rewşa Jinê li Çiyê yên ji aliyê Weşanên Ceylan ve hatin çapkirin, hatin qedexekirin. Xwediyê weşanxaneyê Tûncay Mat diyar kir, ev sansur pêkanîneke dema şer e.

Pirtûkên bi navê Rewşa Şoreşê li Rojava û Rewşa Jinê li Çiyê yên ji aliyê Weşanên Ceylan ve hatin çapkirin, hatin qedexekirin. Xwediyê weşanxaneyê Tûncay Mat diyar kir, ev sansur pêkanîneke dema şer e û got, "Her du pirtûkên me jî balê dikişînin ser rastiyan. Rastî ne ya bê astengkirin. Rastî hemû bendan hildiweşîne."

Weşanxaneya Ceylan, ji ber du pirtûkên beriya niha weşand, li Fûara Pirtûka ya Enqereyê hat sansurkirin. Bi qedexeyê re hewl tê dayîn her du pirtûk negihêjin xwendevanan.

Pirtûkên nûçegihana ETNA û ANF'ê Arzû Demîr ên bi navê Rewşa Jinê li Çiyê û Rewşa Şoreşê li Rojava, bi biryara dadgehê ve hatin qedexekirin. Ji ber van her du pirtûkan Demîr û Mat jî bi îdîaya "propaganda rêxistinê" ketin ber lêpirsînê.

Her du pirtûk jî nû nînin. Rewşa Jinê ya li Çiyê 7 caran hatiye çapkirin ewilî di Cotmeha 2014'an de gihîşt ber destê xwendevanan. Rewşa Şoreşê li Rojava jî 4 caran hat çapkirin û di Tîrmeha 2015'an de gihaşt ber destê xwendevanên xwe.

Xwediyê Weşanên Ceylan Tûncay Mat jî bibîr xist, ku pirtûk bi mehan piştî çapkirinê hatine qedexekirin û got, "Gelekî eşkere ye, pêwendiya vê qedexeyê bi pêvajoya heyî ya polîtîk heye."

DI DESTPÊKÊ DE JI ALIYÊ JOH Û POH VE HEDEF HAT NÎŞANDAN

Mat diyar kir, pirtûka Rewşa Şoreşê li Rojava, çend roj beriya qedexekirinê di malperên înternetê yên polîs û jendermeyên tîmên taybet û heyranên van de hedef hatiye nîşandan û got, "Tevî hedefnîşandanê, bi rêya medya civakî û telefonan gef li weşananeya me hat xwarin. Xuya ye kampanyayeke bi rêxistinî tê meşandin."

Mat da xuyakirin, ku her tu pirtûk jî heta niha gihaştiye ber destê bi hezaran kesî û şerê li bajarên Kurdan ê didome, terora girtina aştîxwazan li bajarên Rojava bibîr xist û got, "Eşkere ye, di dema şer de ev yek bûye para weşangeran."

'YA KU DIXWAZIN QEDEXE BIKIN, RASTIYA ROJAVA YE'

Mat bibîr xist, ku yek ji pirtûkên hatine qedexekirin Rewşa Şoreşê li Rojava ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di demên şer de hewl tê dayîn rastî jî ji gel bê vegirtin. Rewşa Şoreşê li Rojava şahidiya şoreşa Rojava dike. Nivîskara me bi ked û hewldaneke mezin ev pirtûk amade kir. Wateya qedexeyê vekirî ye; dixwazin nehêlin ev rastiya şoreşa li Rojava bigihêje gel. Zexta li Rewşa Jinê li Çiyê jî bi heman armancê tê kirin. 'Rastiyeke' xwe ya desthilatdarı dixwaze bafirîne heye. Lê li aliyê din rastiya jiyanê heye. Ji wan heye ku bi zexta li rastiya jiyanê re dikarin 'rastiyên' xwe bidomînin. Lê xwe dixapînin.

Mat da zanîn, qedexeya hatiye kirin bala xwendevanan bêhtir kişandiye ser pirtûkê û got, "Ev yek di dema 12'ê Îlonê de jî hat dîtin. Hûn çiqasî qedexe bikin, xwendevan ewqasî xwe digihînin wê pirtûkê. Ji ber ku hûn nikarin bendan deynin pêşiya rastiyê. Rastî hemû bendên we hildiweşîne."

Xwediyê Weşanên Ceylan Tûncay Mat diyar kir, ew ê li dijî biryara qedexeyê derkevin, mijarê bixin rojeva qada navneteweyî û got, "Em ê bi weşanxaneyan re li hev bicivin û li dijî sansurê têbikoşin."