Wêneyên Leyla Guven ên di hevdîtina rûbirû de hatin weşandin

Wêneyên Leyla Guven ên di hevdîtina rûbirû de hatin weşandin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven 78 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Wêneyên Leyla Guven ên di hevdîtina rûbirû yên di 24’ê Kanûna 2018’an de û ya di 7’ê Çileya 2018’an de hatin weşandin.

KCD’ê wêne belav kir û tê dîtin ku Guven gelek kîlo kêm kiriye.

Li gorî agahiyên ku ji parêzerên wê hatine wergirtin ew ê Guven nikaribe tevlî rûniştina xwe ya sibê ya li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn bibe.