Wêneyê êrîşkarê cenazeyê Hatûn bi Bîlal Erdogan û wezîr Sarieroglû re derket

Wêneyê êrîşkarê dayika Aysel Tûglûk, Hatun Tûglûk M.A. piştî bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re derket, niha jî bi kurê Serokkomarê Tirkiye Erdogan Bîlal Erdogan û wezîrê AKP’yî re derket holê.

Di 13'ê Îlonê de êrîşkar M.A., yê AKP'î êrîşa hovane ya li dijî cenazeyê dayika Alîkarê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Aysel Tûglûk, Hatûn Tûglûk pêk anî. Piştî wêneyê êrîşkarê AKP'î M.A., bi Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû re derket holê, niha jî wêneyê êrîşkar bi kurê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan Bîlal Erdogan û wezîrên AKP'ê re hatin dîtin. Êrîşkar M.A. yêli navçeya Golbaşi ya Enqere dijî, hat diyarkirin ku di nava teşkîlata AKP'ê de çalak cihê xwe digire. Her çend rayedarên dewletê wekî li dijî êrîşê helwesta xwe anîn ziman jî di wêneyên ku M.A. yê êrîşkar bi rayedarên hikûmetê re kişandiye têkiliya êrîşê bi AKP'ê ve girê dide.

 Piştî derket holê ku M.A. bi Wezîrê Karên Hundir Soylû re wêne kişandiye, niha jî wêneyê M.A. bi Wezîra Xebatê Julîde Sarîeroglû û Kurê Serokê AKP'ê Tayyîp Erdogan Bîlal Erdogan re derket holê. Dîsa derket holê ku bi gelek endam û rêveberên AKP'ê re wêne kişandiye û nîşan dide ku êrîşa M.A. ne êrîşek serbixwe ye. Bi wêneyên hatine kişandin tê dîtin ku li pişt wî rayedarên AKP'ê heye. Wêneyên ku bi wezîr û kurê Erdogan re hatiye kişandin pirsa "Gelo ji aliyê hin kesan ve tê parastin" anî aqilan.

Piştî êrîşê heta niha îfadeya 23 kesan hat girtin. Di îfadeya êrîşkaran a dozgeriyê de parastina "Me got belkî cenazeyê terorîstan e" wekî "tarhîka neheq" hat nirxandin. Hat destnîşankirin ku heta niha 4 kes di bin çavan dene û 6 kes jî der barê wan de biryara binçavkirinê heye. Nehat zanîn ku M.A. yê AKP'î hatiye binçavkirin ya na.

Piştî wêneyê êrîşkar bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû re derket holê, Soylû parastina 'şêniyê taxê'. Piştrast kiribû ku wêne piştî êrîşê li qereqolê kişandiye.

Wêneyê M.A. yê li gel Wekîlên AKP'ê Ahmet Gundogumu û Şaredarê Golbaşi Fatîh Dûrûay jî derket holê. Nehat zanîn ku M.A. di nava AKP'ê de fermiyeta wî heye ya na.