Welatên YE'yê di mijara firotina çekan a ji bo Siûdiyan de nehemfikirin

Piştî kuştina Rojnameger Cemal Kaşikci ya li Konsolosxaneya Siûdî Erebîstanê, ji bo qedexekirina firotina çekan a ji bo Siûdî ji welatên YE dengên cûda derdikeve.

Piştî ku Siûdî Erebîstan bûyera Kaşikçi weke cinayeteke bi plankirî qebûl kir, bangên ji bo rawestandina firotina çekan didomin. Tevî biryara Parlamentoya Ewropa (PE) gelek welat helwestên cûda nîşan didin.

FRANSA: TI ELEQEYA ÇEKAN BI CÎNAYETA KAŞIKÇI RE NÎNE

Li dijî biryarên rawestandina firotina çekan bi taybet welatên ku ji bê bazirganiyê qezenceke mezin dikin nîyeta wan nîne firotina çekan rawestîne.

Têkildarî mijarê Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron bangên rawestandina firotina çekan a girêdayî cînayeta Kaşikçi weke ‘demogojî’ nirxand. Macron li paytexta Slovakya Bratîslava ê axivî û got tu eleqeya çekan bi cînayeta Kaşikçi re tuneye.

AVÛSTÛRYA: NE JI BER KAŞIKÇI DIVÊ JI BER YEMENÊ FIROTINA ÇEKAN BÊ RAWESTANDIN

Hikumeta Avûstûryayê jî ji bo rawestandina firotina çekan daxwaz kir ku Yekîtiya Ewropa (YE) biryarekê bigre.

Wezîra Karê Derve Karîn Kneîssî ku ji rojnameya Dîe Welt a Elman re axivî û got, i ber politîkayên Yemen û Qetarê divê bi awayekî hevpar li dijî Siûdiyan bikevin nava tevgeran.

Kneîssî diyar kir ku rawestandina firotina çekan a ji bo Siûdiyan wê şerê li Yemenê bi lez bi dawî bike û ji Şerê Navxweyî yê Yemenê ve welatê wî çek ne firotîne Siûdî Erebîstanê.

Knessî got divê rawestandina firotina çekan ne ji ber bûyera Kaşîkçi be, divê jiber şerê li Yemenê were rawestandin û ji bo cînayeta li konsolosxaneyê jî got ‘Ne sûcê herî xirab ê ku Siûdiyan kiriye’.

MERKEL GOTIBÛ HETA CÎNAYET RONÎ NEBE RAWESTÎNIN

Welatê herî mezin ê YE Elmanya jî banga rawestandina firotina çekan ji bo Siûdî Erebîstanê kiribû.

Duh Serokwezîr Angela Merkel ji bo firotina çekan daxwaza rawestandina çekan heta ku ‘cînayeta Kaşikçi ronî bibe’ kir. Lê li gorî destûra bingehîn a Elmanyayê ji ber ku Siûdî Erebîstan tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bûye divê çek ji bo wan neyê firotin.