Welatên girava biçûk ji NY’ê parastin xwestin

Welatên girava biçûk ji NY’ê parastin xwestin

Ji ber sedema germahiya global û bilindbûna asta behrê, welatên girava biçûk yên di bin tehdîdê de ne, di mijara ku Netewên Yekbûyî okyanus û çavkaniyên behrê biparêze, divê destpêkê dorê bide hedefan.

Welatên wekê, Papua Yeni Gine, Samoa, Maldivler, Tonga jî di navde yên welatên grava biçûk  ji ber bilindbûna asta behrê li dijî xizaniyê têkoşînê didin.  Ji ber vê yekê çavkaniyên behrê jî pir zêde tên bikaranîn û wisa xuyaye ku li welatên giravên biçûk pêşeroj zêde ne ronike.

Polîtîkayên ji bo dema ku hedefên Pêşvekirina 2015’an NY’ê dişopîne, tên avakirin, tên nîqaşkirin û welatên giravê ji bo rewşa xwe bikin rêza sereke ya rojevê xebateke mezin ya lobiyê dane destpêkirin.

Nûnerê NY’ê yê Maldîvlerê Hasan Huseyîn Şîbab daxuyaniyek da û welatê wî ku nifûsa wê 339 hezar e bi xetereya mezin re rû bi rû ye. Şîbab got ku okyanus çavkaniya jiyanê ya Maldîvane û nasnameya gel e. Şîbab wiha got: “Ne tenê ji bo ku Maldîvan ji bo parastina hemû hevsengiya cîhanê divê hedefên der barê okyanusan de girîngê bê dayîn.

Serokê giravên Antîgua û Barbuda, Wînston Baldwîn Spencer jî  diyar kir ku ji bo welatên girava biçûk divê zêdetir piştgirî bê dayîn û got ger welatên di bin bandora germahiya global û bilindbûna asta behrê de mane nekevin nava tevgerê dê bedela xwe bi xwe bidin.

Rayedarên hikûmetê yên welatên giravê temsîl dikin di civînên li New Yorkê didomin de li piştgiriyê digerin û welatê wan jî her ku diçe di bin avê de dimîne.

MALDÎVÎ JI BO WELATEKÎ NÛ BIKIRIN PEREYAN BERHEV DIKIN

Li dijî bilindbûna asta avê Giravên Maldîv ya okyanusa Hînt, ji bo  xwe li welatekî nû digerin û planên barkirinê dikin. Hikûmeta Maldîvê her sal mîlyar dolarekî ji bo pêşeroja xwe diparêze. Hikûmeta Maldîvyayê hate niha li gelek welatan erazî kiriye. Lê ji bo daxwaza welat ya ku ji xwe re cihekî nû bike welat,  tu hêvî tune.

Giravên li Pasîfîk îro wek cihên bi xeter tên îlankirin, hinek malbat hêdî hêdî koç dikin.  Girava Nîue, kesên ji grava Marshall tên qebûl dike.  Kîrîbatî jî  cihên herî bi xeter vala dike. Di demên pêş de divê giravên Marshall, Maldîv, Kîrîbatî Tokelau û Tuvalu bên valakirin. Bi vî awayî dê hemû dewletmendiyên çandî tune bibe.

Li gorî zanistan giravên herî bilind jî dê bi vê pirsgirêkê re rû bi rû bimîne.  Bilindbûn 50 santîmî ya behran dê ji sedî 10’ê Misrê,  ji sedî 60’ê Bangladeşê û li peravên Çînê jî dê 70 mîlyon kes bi lehiyê re biçe.