Wekîlên Tirkiyeyê yên li eniya şer

Şerê Tirkiyeyê yê li hemberî destketiyên Kurdan ên li Rojava, ku bi destê çeteyan dimeşîne, êdî rastiyeke di rojeva cîhanê de cih girtiye.

Şerê Tirkiyeyê yê li hemberî destketiyên Kurdan ên li Rojava, ku bi destê çeteyan dimeşîne, êdî rastiyeke di rojeva cîhanê de cih girtiye. Çapemeniya azad, berî ku ev mijar bikeve rojeva navneteweyî, işaret bi vê rastiyê dikir û hişyarî dida ku çete bi destê Tirkiyeyê tên xwedîkirin û mezinkirin. Gelo ev wekîlên Tirkiyeyê kî ne? Em çend portreyên li xeta Efrîn-Helebê, berhev kir...

Li piştî hemû êrîşên li dijî Şoreşa Rojava dewleta Tirk xuya kir. Ev rewş bi gelek agahî û belgeyên heta niha derketine holê, hat nîşandan. Êdî hêzên navneteweyî jî vê rastiyê bilêv dikin.

Tirkiye ku li herêmên Cizîr û Kobanê yekser destek da van komên çete, li Heleb, Efrîn û derdora wan jî, bi rêya berpirsyarên komên ku ji xwe re birêxistin kiriye, şerê wekaletê dimeşîne.

Gelo aktorên vî şerê wekaletê kî ne? Me hewl dan bersivê ji vê pirsê re bibînin.

Êrîşên li hemberî gundên Efrînê û taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji nû ve destpê kirin. Li dijî gundên Keştear, Enabkê, Tenib, Şavarix, Bênê, Meryemîn ên nehiya Şerawa ya Efrînê, komên Ehrar El Şam, Cephet El Nûsra û Yekîtiya Helebê ya Fetîh, her wiha Ehrar Sûriye, Mucahîdîn, Nûreddîn Zengî êrîş kirin. Ji ber van êrîşan di navbera Ceyş El Siwar û van gotinên çete de şer derket. Heman koman di heman demê de êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî kirin. Di êrîşê de hêzên Ceyş El Siwar, hin endamên koma Ehrar El Şam dîl girtin. Mukurhatinên çeteyên dîl hatine girtin nîşan didin ku êrîş yekser ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine destpêkirin.

ŞEYH YÛSÛF Ê ANADANÎ

Hin şexs hene ku li derdora Heleb û Efrînê ji sala 2012'an û vir ve li ser navê Tirkiyeyê şerê wekaletê dimeşînin. Hin ji van kesan, endamên berê yên rêxistina Biratiya Misilman in. Ev şexs niha li Helebê weke şêx tên naskirin. Serkêşiya van kesan jî Şeyh Yûsûf ê Anadanî dike.

Şeyh Yûsûf 65 salî ye. Di salên 1979-80 dema Şerê Navxweyî yê Sûriyeyê de milîtaê Biratiya Misilman bû. Li biryargeha koma Ehrar Sûriye ya li Anadanê, dema bi kelecana dîtina rojnamevanekî Tirkiyeyê min bi Şeyh Yûsûf re hevdîtin kir, ji min re ev yek digot: "Hingî bav Esad hebû, niha kurê wî Esad heye. Hingî rejîm bi bêrehmî bi ser me de dihat, niha bêhtir bêrehm e. Komkujiyên mezintir kirin. Dema serhildana me hat tepisandin, piraniya pêşengên me derbasî Tirkiye û Misirê bûn. Hinek ji kesên çûn Tirkiyeyê ji wir derbasî Ewropa û welatên din bûn. Hinek ji me, piştî demekê ma ji nû ve vegeriya Sûriyeyê."

Şeyh Yûsûf got, piştî vegerê, herî kêm salê carekê diçû Tirkiyeyê û dihat. Bajarên ku diçû û dihat jî niha weke navendên rêxistinbûyîna DAIŞ'ê ya li Tirkiyeyêt ê naskirin: Semsûr, Dîlok, Meletî, Riha...

Şeyh Yûsûf hînê salê carekê diçe Tirkiyeyê û vedigere. Ji bo hemû civînên li ser navê mûxalîfên Sûriyeyî li Tirkiyeyê tên lidarxistin, ew jî tê vexwendin. Lê belê ti carî derneketiye pêş perdeyê. Her tim li pişt perdeyê bi karê rêxistinbûyînê re mijûl bûye.

ABDULCABBAR ÎGGEDÎ

Yek ji kesên ku li ser navê Tirkiyeyê li Heleb, Efrîn û derdora wê şerê wekaletê dimeşîne û tiliya xwe di hemû êrîşên li hemberî Efrînê de heye, Abdulcabbar Îggedî ye. Îggedî dema di nava artêşa Sûriyeyê de tumgeneral bû, di sala 2012'an de cihê xwe di nava Artêşa Azad de girt. Piştre bi Abdulkadîr Salih re Lîwa Tewhîd bi rê ve bir. Ji aliyê Konseya Leşkerî ya Bilind a ku Orgeneral Selîm Îdrîs demekê fermandariya wê kir ve weke Berpirsyarê Helebê hat şandin. Di Hezîrana 2013'an de êrîşên li hemberî gundên Ziyaret, Akibê, Basilê, Bênê, Cilbir, Dêr, Mişmiş, Zirêxet, Xezevî, Birc Abdalo û Kefer Nebo yên nehiya Şerawa ya Efrînê koordîne kir. Piştî ku ev êrîş hat şikandin, li Dîlokê civîna 70 rêveberên artêşa azad ên şerê wekaletê dimeşînin, organîze kir. Di wê civînê de got, "Li Sûriyeyê ji bilî mirinê ti mafê Kurdan nîne. Divê ji bilî ve werin tinekirin." Piştî civînê di çarçoveya van daxuyaniyên xwe de dest bi kar kir.

Hemû hewldanên komkujiyê yên Îggedî û derdora wî yên ji bo qetikirina Kurdan têk çûn û di encamê de Îggedî li derdora Helebê û di nava artêşa azad de bê bandor bû. Îggedî ê bêbandor bû derbasî Tirkiyeyê bû. Berî êrîşên li hemberî Kobane destpê bikin, ji ber êrîş û komkujiyên kirî xwest bi rêveberiya YPG'ê ya Efrînê re hevdîtinê bike. Di vê hevdîtinê de ji ber şaşîtiyên kiriye ji YPG'ê lêborîn xwest. Lê belê dema êrîşên Kobanê destpê kirin, derket holê ku ev hevdîtina li Efrînê û lêborîna wî lîstik e. Weke ku tê zanîn, Erdogan piştî ku fêm kir êrîşên li hemberî Kobanê wê bişikên gotibû, "Bila Artêşa Azad biçe alîkariya Kobanê" û tevî pêşmergeyan komek ji Artêşa Azad derbasî Kobanê bûbû. Derket holê ku Erdogan fermana femandariya koma Artêşa Azad daye Îggedî. Lê belê Îggedî ancax 47 kes berhev kir ji bo bibe Kobanê! Lê belê, ji xwe du hefte piştî çûyînê fêm kir ku planê xwe bi ser nakeve û Kobanê terikand. Tê texmînkirin ku hînê li Tirkiyeyê ye û li cihekî ne diyar dijî.

ŞEYH TEVFÎK ŞÎHABEDDÎN

Yek ji kesên ku di hemû planên êrîşê yên Tirkiyeyê li hemberî Efrînê de cih girt Tevfîk Şîhabeddîn ê ji nehiya Kaftan Cebel e ku weke Şeyh Tevfîk tê naskirin. Her çend fermandariya leşkerî ya koma Nûreddîn Zengî ketibe destê hin navên din jî, damezrîner û berpirsyarê giştî yê vê komê Şeyh Tevfîk e. Emrê wî jî pêncî derbas kiriye û ew jî ji Biratiya Misilman tê. Gelek caran çûye Tirkiyeyê û vegeriya ye. Yek ji beşdarên civînên mûxalefeta Sûriyeyê yên li Dîlok, Riha û Stenbolê ye. Dema di sala 2012-2013'an de biryara pêkanîna ambargoya li ser Efrînê hat dayîn, yek ji kesên di destpêkê de ev xist meriyetê Şeyh Tevfîk e. Tê zanîn ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî taybet hatiye wezîfedarkirin.

ABDULKADÎR SALIH

Marea bajarokekî biçûk e ku 20 kîlometre dûrî Helebê ye û di navbera Heleb, Efrîn, Ezaz û Til Rifatê de ye. Abdulkadîr Salih yek ji endamên tevgera Biratiya Misilman a li vê bajarokê ye. Bi vê çandê mezin bûye. Bazirganek e. Di dema destpêkirinaş erê navxweyî de tevî 90 kesên ji bajarokê xwe tevlî Lîwa Tewhîd bû. Piştî demeke kurt, ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo serkêşiya komê hat wezîfedarkirin. Heman piştî vê wezîfedarkirinê Lîwa Tewhî êrîşî herêmên Kurdan kir.

Ev kes gelek caran birîndar bû. Tedawiya xwe li Kîlîs û Dîlokê kir. Dema hat kuştin jî li Dîlok û Kîlîsê weke 'qehreman' hat îlankirin û der heqê wî de daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn.

Ya herî balkêş jî, nivîsa nivîskarê alîgirê Erdogan Hakan Albayrak a piştî kuştina Abdulkadîr Salih li ser wî hat nivîsandin e. Albayrak ji bo wî digot: "Şehadeta zilamê weke şehîd. Li Enqereyê me hev nas kir, ji eniyê ve me ew maçî kir. Bi şermokî keniya bû. Fermandarê mezin ê Tûgahaya Tewhîd Abdulkadîr Salih ciwanekî fediyokî bû. Me ew her timî nêzî xwe didît." Medya hawiz li ser Salih gelek nivîs û nûçeyên bi vî rengî weşand.

MÛHAMMED ABDURRAHMAN Ê JI ANADANÊ

Yek ji şexsê li Heleb û bi taybetî jî li derdora Efrînê li ser navê Tirkiyeyê şerê wekaletê li dijî Kurdan dimeşîne Mûhammed Abdurrahman ê ji Anadanê ye. Zêdeyî pêncî salî ye û ji nava Biratiya Misilman hatiye. Yek ji rêveberên Tûgaya Ahrar Sûriyeyê ye. Abdurrahman jî mîna Şeyh Yûsûf û Şeyh Tevfîk hin deman li Tirkiyeyê ma û beşdarî civînan bû. Di Hezîrana 2013'an de piştî ku 29 tabûr û tûgayên li Ezazê civiyan û êrîşî Efrînê kirin, ji rêveberên Ahrar Sûriye Ebû'l Xeyr got, 'Ez li dijî Kurdan şer nakim' û li ser vê yekê Abdurrahman bû serkêşê Lîwa Tewhîd. Ebû'l Xeyr ê ku nexwest li dijî Kurdan şer bike, piştî du mehan aht revandin. Piştî sê mehan jî bi tenê êlek, qibûrê debanceyê û pasaporta wî hat dîtin.

EBÛ ALÎ SÎCO

Ebû Alî Sîco ji gundê Sîco yê Ezazê ye. gundê Sîco di navbera Ezaz û Tirkiyeyê de ye û li kêleka deriyê sînor ê Oncupinar e. Ebû Alî Sîco dema bi hevalê xwe Dr. Omer Dadîgî re bi desteka Tirkiyeyê hewl da artêşeke ji Tirkmenan ava bike, koma bi navê Bahoza Bakur ava kirin. Hedefa destpêkê ya vê komê êrîşa li hemberî gundê Êzidiyan Kastel Cîndo yê nehiya Şerawa ya Erfînê bû. Ev êrîşa Cotmeha 2012'an di heman demê de êrîşa destpêkê ya li hemberî xaka Rojava bû. Du rojan dewam kir û di encama lihevkirina bi YPG'ê re bi dawî bû. Di dawiya salê de Dr. Dadîgî di êrîşekê de birîndar bû. Dema li Dîlokê dihat dermankirin di destpêka sala 2013'an de mir. Piştî mirina wî Ebû Alî Sîco bû serkêşê komê.

Piştî ku DAIŞ'ê xwe ji Ezazê vekişand, Alî Sîco ji Dîlok û Kîlîsê ku sê mehan ma vegeriya Ezazê. Di nava Eniya Şamê de cih girt û bû Berpirsyarê Gumrukê yê Oncupinarê. Ebû Alî Sîco li gorî wekîlên din ên Tirkiyeyê hînê ciwan e, lê ji malbateke bingehÎn a Biratiya Misilman tê.

AHMET AFFAŞ

Yek ji kesên li ser navê Tirkiyeyê êrîşî Efrîn û taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin, serkêşê Ehrar Şam Ahmet Affaş e. Lê belê Affaş gelekî dizek û talankar tê naskirin. Ji ber ku ji bingeha Biratiya Misilman nayê, ji aliyê berpirsyarên komê ve bi tenê tê bikaranîn.

...