Wekîlên Swîsreyî xwestin ku çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin

23 parlamenterên Swîsreyî pêşnûmeyeke hevpar dan û diyar kirin ku dewleta Tirk li Efrînê qanûnên navneteweyî binpê kiriye. Parlamenteran ji Swîsreyê xwestin ku bi lezgînî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne.

Nerazîbûna li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê dewam dike. Wekîlê Parlamenta Neteweyî yê ji Partiya Bûrjûva ya Demokratîk a Swîsreyê (PBD) Guhl Bernhard pêşnûmeyek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir û jê xwest ku bes malzemeyên şer bifiroşe dewleta Tirk.

Pêşnûme ji aliyê Berhnad ve hate amadekirin û 22 parlamenterên ji partiyên çep û rast mohra xwe danîn binî. Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk li Efrînê sivîlan dikuje û hiqûqa navneteweyî bi awayekî vekirî binpê dike.

'LI EFRÎNÊ SIVÎL TÊN KUŞTIN'

Di pêşnûmeyê de hate bibîrxistin ku tevî hemû hişyariyan jî Konseya Federal a Swîsreyê malzemeyên şer ji dewleta Tirk re firotiye û hate gotin, "Dewleta Tirk şerê li Sûriyeyê giran dike û li Efrînê sivîlan dikuje. Di rewşeke wiha de firotina çekan ji bo Tirkiyeyê ne tiştekî bê qebûlkirin e."

Parlamenteran diyar kirin ku firotina malzemeyên şer ji bo Tirkiyeyê her wiha li dijî Destûra Bingehîn a Federal a Swîsreyê ye û xwestin ku bes malzemeyên şer ji dewleta Tirk re bên firotin.

Parlamenterên ku mohra xwe danîne binê pêşnûmeya ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hatiye kirin:

Partiya Bûrjûva ya Demokratîk: Duri Campell,

Keskên Lîberal: Beat Flach, Thomas Weibel

Partiya Sosyalîst: Cladui Friedl, Chantal Gallade, Beat Jans, Jacques-Andre Maire, Nadine Masshardt, Eric Nussbaumer  Ursula Schmeider, Priska Graf Seiller, Carlo Sommaruga, Manuel Tornare, Cedric Wermuth

Kesk: Bastien Girod, Balthasar Glattli,

Partiya Lîberal a Radîkal: Christa Markwalder, Philippe Nantermod,

Partiya Xiristiyanên Demokrat a Swîsreyê: Stefan Muller, Kathy Riklin, Barbara Schmid Federer,

Partiya Evanjalîst a Swîsreyê: Marienne Feller