Wekîlên Swêdê destek dane girêvên birçîbûnê yên li Enqerê
Wekîlên Swêdê bi mebesta ku balê bikişînin ser girêva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyê seriyek dane çalakvanên girêva birçîbûnê.
Wekîlên Swêdê bi mebesta ku balê bikişînin ser girêva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyê seriyek dane çalakvanên girêva birçîbûnê.
Desteka ji bo girtiyên ku girêva birçîbûnê didome. Du wekîlên Partiya Karker a Demokratên Sosyal ku hevkarê mezin ê Hikûmeta Swêde , Anders Oterberg û Yilmaz Kerîmo, malbatên ku li bînahiya ÎHD’ê ya Enqerê di girêva birçîbûnê de bûn ziyaret kirin û peyamên destekdayinê ji bo girtiyan ragihandin.
Osterberg li ser hesabê xwe yê Facebookê bi raya giştî re par ve kir û daxwazên girtiyên di girêvê de ne ku bi bi hincetên bêbingeh hatine girtin wiha rêz kir:
Divê şertên girtîgehan were başkirin.
Divê hikûmet dîsa li muzakereyên aştiyê vegere.
Divê dawî li tecrîda lîderên Kurd were û bi wan re hevdîtinên aştiyê dest pê bike.
Êrîşên li ser polîtîkavanên Kurd û bi ser Kurdistanê de bi dawî bibin.
Osterberg diyar kir ku malbatên girtiyan naxwazin zarokên xwe li ser darbestan bibînin, ji bo aştî û dadmendiyê dixwazin ketine girêva birçîbûnê û banga bihîstyarbûnê li raya giştî kir.
Beriya bi hefteyekê Naveda Olof Palme daxuyaniyeke nivîskî dabû, bal kişandibû ser girêvên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyê, bi mebesta hevgirtina girtiyên HDP’ê re, bi Partiya Karker a Demokratên Sosyal re kampanyayek alîkariyê dabûne destpêkirin.