Wekîlên Jiyana Nû li Meclîsê ne

Ziya Pîr, Dîlek Ocalan, Garo Paylan, Feleknas Ûca, Tûrgût Oker, Muslum Dogan, Huda Kaya, weke wekîlên "jiyana nû" ya gelan diçin Meclîsê.

HDP a ku ji bo di binê bendê de bimîne li her şêwe êrîş û astengiyan rast hat, navên ji nasnameyên bindest û baweriyan û tevgera azadiyê ya Kurd dibe Meclîsê.

Li gorî encamên ne fermî, ji nîşaneyên tevgera siyasî ya Kurd Leyla Zana di vê demê de ji Agirî hat hilbijartin. Biraziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Dîlek Ocalan ji Rihayê, biraziyê ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Kemal Pîr Ziya Pîr ji Amedê hatin hilbijartin.

Endamê Heyeta Muzakereyê ya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder êdî wê weke parlamenterê Enqereyê wezîfe bike.

Yekemîn parlamenterê ji nasnameya Ermenî Garo Paylan jî ji HDP'ê derbasî Meclîsê bû. Feleknas Ûca ya Êzidî jî ji Amedê derbasî Meclîsê bû.

Ji tevgera ekolojî Beyza Ustun jî diçe parlamenterê.

Ji derdora Îslamî Huda Kaya, ji tevgera Elewî Tûrgût Oker, ji têkoşîna azadiya jinê Fîlîz Keretecîoglû ji Stenbolê çûn Parlamentê.

Ji Îzmîrê Serokê berê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Muslum Dogan bû wekîlê 'jiyana nû'. 

Aktîvîsta Mafên Mirovan Seher Akçinar Bayar ji Erzîromê, Şaredarê berê yê Dîlokê Celal Dogan ê ji CHP'ê îstifa kir û derbasî nava HDP'ê bû ji Dîlokê, ji damezrînerên AKP'ê Dengîr Mîr Mehmet Firat ê li dijî polîtîkayên AKP'ê derket û îstifa kir ji nava refên HDP'ê li Mersînê û Asiye Kolçak a demeke dirêj di nava partiyên siyasî yên Kurd de rêveberî kir, ji Bûrsayê bûn parlamenter.