Wekîlên HDP'yî li Geverê ne

Parlamenterên HDP'ê gihiştin Gevera ku terora dewletê lê rû dide.

Parlamenterên HDP'ê gihiştin Gevera ku terora dewletê lê rû dide.

Li Gevera ku qedexeya derketina derve didome û herî kêm 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin terora dewletê didome. Parlamenterên HDP’ê yên Colemêrgê Selma Irmak û Nîhat Akdogan, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Adem Geverî û Tûgba Hezer û Parlamenterê Agirî yê HDP’ê Mehmet Emîn Îlhan ên di nav heyeta HDP’ê de cih digirin, li nuqteya kontrolê ya Yenîkopru ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.

5 parlamenter û 5 rêveber tevî astengiyan jî rêyên gundan bi kar anîn û gihiştin navçeyê.