Wekîlên HDP’yî li Bîelefeld bi gelan re hatin gel hev
HDP'ê li Ewropa xebatên hilbijartinan didomîne. Parlamenterên HDP’ê Erol Dora û Mizgîn Irgat li Bîefeld di civînê de bi gel re hate gel hev.
HDP'ê li Ewropa xebatên hilbijartinan didomîne. Parlamenterên HDP’ê Erol Dora û Mizgîn Irgat li Bîefeld di civînê de bi gel re hate gel hev.
HDP li Ewropa xebatên hilbijartinan didomîne. Parlamenterên HDP’ê Erol Dora û Mizgîn Irgat li Bîefeld di civînê de bi gel re hatin gel hev. Li Kûhlo Real Schûle saet 14.00’an civîn bi rêzgirtinê ve destpê kir. Di civînê de Parlamenterê HDP’ê Erol Dora yê bi eslê xwe Asûrî-Suryanî ye, bal kişand ser girîngî û wezîfeya HDP’ê û got: “HDP ne tenê partiya Kurdan e, heman demê hemû gel û baweriyên cuda jî nûnertiya xwe tê de dibînin.” Dora bang her kesî ser sindoqan kir û wiha got: “Bi dengên xwe hûn me bibin Meclîsê, ev dibe serketinek demokrasiyê.”
Mizgîn Irgat jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xebatên Ewropa û wiha axivî: “Xebatên bi dîsîplîn û cidî, li Ewropa wê gelek serketinan bi xwe re bîne. HDP a li meclîsê ji bo gelan nebe nabe ye.”
Di civînê de Papazê Asûrî-Suryanî Şaman Demîr jî xwişktî-biratî destnîşan kir û ji HDP’ê re deng xwest. Di dawiya axaftina xwe de Demîr dûa kir û xwest ku HDP di têkoşîna xwe de serketî be.
Her wiha di civînê de Hozan Cewat Merwanî, Ûsivê Feto, Orhan Nedîm stran gotin, şanoya Koma Bêkes jî bi baldarî hate temaşekirin.