Wekîlên Brîtanyayî: Erdogan li pey paqijiya etnîkî ye

Li Brîtanyayê 70 parlamenteran xwestin ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, Erdogan plana paqijiya etnîkî li dijî Kurdan dike û di êrîşan de komên çete tên bikaranîn.

Partiya Mûxafazakar a li desthilatdariyê, Partiya Karker a li mûxalefetê, Partiya Demokrat a Lîberal, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê û Partiya Gallerê jî di nav de 70 parlamenterên ji partiyên cuda daxuyaniyeke hevpar weşandin û nameyek ji Wezîrê Karên Derve Domînîc Raab re şandin. Di daxuyaniyê de hate xwestin, ji bo bidawîbûna hewldana dagirkeriyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hikumeta Qraliyeta Yekbûyî gavên bi lezgînî biavêje.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Sûriyeyê ku 10 sal in kaos lê heye, Hêzên Kurdan li Bakurê Sûriyeyê ne tenê bi milyonan mirov ji zordariyê û radîkalîzmê rizgar kirine, di heman demê de rêveberiyeke demokratîk a awarte ava kirine ku jin li her qadên rêveberiyê hene.

Parlamenteran bi bÎr xistin ku hêza koalîsyonê ya bi pêşengiya DYE'yê çend roj berê hêzên QSD'ê neçar hiştin ku eniya parastinê ya li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê hilweşîne û gotin, "Ev gav ji bo bidawîkirina fikarên ewlekariyê yên dewleta Tirk û bi garantiya parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk hate avêtin. Lê belê heman piştî vê gavê, hêzên DYE'yê xwe vekişandin û destûr ji dagirkeriya Tirk re hate dayin. Ev yek ji bilî xiyaneteke mezin nayê ti wateyê.

Dagirkirina bajarê Kurdan Efrînê di sala 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk ve nîşanî me didin ku planên Erdogan ên der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye. Dixwaze paqijiya etnîkî bike, bombeyan li qadên sivîlan bibarîne, şervanên cîhadîst û DAÎŞ'ê yên berê bi kar bîne û rêveberiya demokratîk bi temamî ji holê rake. Nabe ku em bihêlin tiştekî wiha pêk were."

Di daxuyaniyê de ji hikumeta Qraliyeta Yekbûyî hate xwestin ku bandora xwe ya li qada navneteweyî bi kar bîne, gavên lezgîn tavilê biavêje û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bîne.

PARLAMENTERÊN KU MOHRA XWE DANÎN BINÊ DAXUYANIYÊ

Parlamenterên ku mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar:

"Chris Stephens, Joanna Cherry, Martyn Day, John McNally, Ian Austin, Karen Buck, Kate Osamor, David Drew, Jeff Smith, Chris Bryant, Louise Haigh, Jim Shannon, Melaine Onn, Chuka Umunna, Angela Crawley, Angus Brendan MacNeill, Mike Hill, Stewart McDonald, Paul Sweeney, Christine Jardine, Ivan Lewis, John Grogan, Janet Darby, Conor McGinn, Ben Lake, Danielle Rowley, Siobhain McDonagh, William Wragg, Brendan O’Hara, Meg Hiller, Graham Morris, Martin Whitfield, Richard Burden, Drew Hendry, Ian Blackford, Ian Murray, Ben Bradshaw, Tommy Sheppard, Martin Docherty-Hughes, Debbie Abrahams, Peter Bottomley, Peter Grant, Ged Killen, Darren Jone, Marrie Rimmer, Diana Johnson, Roger Godsiff, Sandy Martin, Daniel Zeichner, Chi Onwurah, Gawin Newlands, Douglas Chapman, Philippa Whitford, Patricia Gibson, Layla Moran, Luke Pollard, Karen Lee, Carol Monoghan, Ronnie Cowan, Neil Gray, Alison Thewliss, Catherine West, Chris Law, Hannah Bardel, Mhairi Black, Geraint Davies, Kerry McCarthy, Alan Brown, Gordon Marsden."