Wekîlê HDP’yî Aslan bi Serokê Meclîsa Iraqê El Cûbûrî re hevdîtin pêk anî
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan bi Serokê Meclîsa Iraqê Selîm El Cûbûrî re li Bexdayê civiya.

Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û welatên Îslamî û çareserkirina wan, li aliyê din bi taybet têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hatin ziman.
Aslan diyar kir ku li Tirkiye, dewlet bi tankan û çekên giran êrîşî bajar, malan dike, operasyona li dar dixe û sivîlan qetildikin. Aslan wiha anî ziman: “Desthilatdariya AKP’ê ya ku piştî hevdîtinên aşiyê yên 3 salan, ji ber berjewendiyên xwe dawî li pêvajoya aştiyê anî û li herêmê li hember gelên Kurd, Ereb û Suryaniyan şer da destpêkirin. Bajarên me tên bombardûmankirin, zarokên me, pitikên me tên qetilkirin. Cenazeyên me bi hefteyan li kolanan tê ragirtin.”
Cûbûrî jî êrîşên dewleta ya li ser bajarên Kurdistanê û oparasyonên tinekirinê yên bajarên Kurdan hildiweşîne şermezar kir. Cûbûrî wiha axivî: “Divê Tirkiye bi Kurdan re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike û operasyonên li hember Kurdan jî demildest bi dawî bike.”