Wekîlê Elman ji ber hildana posterê Öcalan kete ber lêpirsînê

Parlamenterê Elman Diether Dehm, bi hinceta ku di Newroza Hannoverê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan vekir, kete ber lêpirsînê.

Roja Şemiyê li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan li hev civiyabûn û destek dabûn berxwedana Efrînê. Tevî qedexeyêjî bi sedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin.

Endamê Meclîsa Federal ê ji Partiya Çep Diether Dehm jî dema strana "Bella Ciao" (Çav Bella) ya partîzanên Îtalyayê bi zimanê Elmanî got, posterê Öcalan hilda. Siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û hunermend Dehm got, "Beriya niha ji ber ku min ala PKK'ê vekir mafê min ê destnedanê hate rakirin. Lê belê ev ceza nikarin bi min. Niha jî posterê Öcalan vedikim."

Piştî ku ji ser dikê daket, polîsan Dehm demeke kin girtin. Hate hînbûn ku der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji bo lêpirsîn bidome, divê destnedana Dehm bê rakirin. Polîsê Hannoverê piştî ku dosya der barê Dehm de qedand, wê radestî dozgeriyê bike û ji bo rakirina mafê wî yê destnedanê, wê mijar bikeve rojeva Meclîsa Federal.

DEHM: EZ Ê DOZÊ BIBIM BER DESTÊ DADGEHA FEDERAL

Diether Dehm li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku li pêşberî lêpirsîna polîsan wê bi ti awayî paş ve gavê neavêje û ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê têkoşîna xwe bidomîne. Dehm işaret bi têkoşîna berxwedanê ya PKK'ê kir û got, "Divê ev qedexeya bêwate êdî rabe."

Parlamenterê Elman anî ziman ku li Meclîsa Federal jî ji bo mafê wî yê destnedanê neyê rakirin wê têkoşîna xwe bidomîne û eger biryarek li dijî wî derkeve û dozgerî dest bi lêpirsînê bike, wê mijarê bibe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal.