Wekîlê berê yê ANAP’ê Erdogmuş: Referandûm kemînek e!

Wekîlê berê yê ANAP’ê û miftî Abdulabakî Erdogmuş diyar kir ku referandûma destûrê kemînek e ku rotaya Tirkiyê daye dojeya Rojhilata Navîn û got divê her kes bibêje, ‘NA’

Wekîlê berê yê ANAP’ê û miftî Abdulbaqî Erdogmuş beriya referandûmê bi çend rojan li ser referandûmê tespîtên girîng kirin û hişyarî dan. Erdogmuş diyar kir ku referandûm kemînek e û rotaya Tirkiyê dide Rojhilata Navîn. Erdogmuş got, ‘’Tirkiye kor î kulek e ku heta niha nebû dewleteke hiqûqê ya baş xirab, nebû dewleteke demokratîk, lê rêgeha wê ketibû demokrasiyê û dewleta hiqûqê. Xebatên me jî ji bo vê bûn. Lê referandûm vê rûpelê bi temamî digire. Rotaya Tirkiyê ji Ewropa, ji demokrasiyê, ji heq û azadiyan dide paşverûtî, dojehe Rojhilata Navîn.’’

 ‘DIBE KU VEGERA JI ÇIRAVÊ NEBE’

Erdogmuş ji ber vê sedemê diyar kir ku referandûm girîng e û got, ‘’Referandûm kemîn bû, kesekî ev nîqaş nekir. Niha em tiştên tekena nîqaş dikin. Bi her hawî Tirkiye wê kaosê bijî. Heke tercîh ‘erê’ derkevin Tirkiye wê bibe welatekî Rojhilata Navîn. Geşedanên li Sûrî û Iraqê w êli cem me jî bi giştî werin jiyîn. Rêveberiya yek zilamî tenê bi kesekî re ne eleqedar e. Ne têkildarî Erdogan e. Guherîneke têkildarî siberoja Tirkiyê ye. Pêşengiya vê jî Erdogan û AKP dike. Lê dike bila bibe êdî dibe ku ne pêkan e be ku Tirkiye ji vê çiravê were vegerandin.’’

 ‘HEWCEYÎ PÊ NÎN E KU TIRKIYÊ BIXIN DOJEHÊ’

Erdogmuş diyar kir ku dengên Kurdan pir girîng in û got, ‘’Biya min di referandûmê de Kurdên rêxistinî û siyasî li cihekî rast in. Ji vê mebesta min HDP û pêkhateyên wê ne. Bi rastî jî di rewşeke dîrokî de ne. Bêhtir miletparêziyên Kurd û komên Îslamiya radîkal dema ku berê Tirkiyê bide Rojhilata Navîn dibêjin Kurd weke Iraqê û Sûriyê wê bi ser bikevin. Lê çi qasî rast e ez nizanim. Beriya her tiştî em dinyayê re bi hev re ne, ne tenê Tirkiye, Kurd jî îro bi dinyayê re ne. Ji Tirkiyeyeke ku pişta xwe dayî dinyayê ne pêkan e ku Kurd sûd werbigirin. Ji ber vê jî dema ku bi hev re em ber bi demokrasî û hiqûqê diçin divê Kurd jî di nav vê çarçoweyê de bi ser bikevin. Kurd di rewşa ber dest de  xwedî wê potansiyel, hêz, zanîn û çanda demokratîk in ku dikarin bi ser bikevin. Ji bo vê jî hewceyî pê nîn e ku mirov Tirkiyê bavêje dojehê. Hewceyî pê nîn e ku mirov civakê bavêje dojehê. Heke em hemû bi hev re, gelên vê cografyayê, mirov hemû bi hev re derkevin ser rastiyê, Kurd jî wê şad bibin. Piştî ku di nav dojehê de em bigevizin, kîjan deskeftî wê me şad bike.’’

   ‘DIVÊ KURD QUT NEBIN’

Erdogmuş diyar kir ku pir girîng e biçin ser sendoqê û dengan bidin û wiha got: ‘’Em di xaçerêyeke wiha ya dîrokî de ne ku ne tenê siberoja Tirkiyê, referandûmeke wiha ye ku em ê siberoja Kurdan jî bidin dengdan. Li vir divê helwestek were nîşandan. Ên ku dixwazin Tirkiye bibe welatekî Rohilata Navîn û şer derkeve dikarin ‘erê’ bidin. Lê heke em naxwazin belav bibe û bibe dojeh divê em bibêjin, Na. Ez rast nabînim ku Kurd li ser vê erê û nayê  ji hev qur bibin û bibin dijminê hev. Divê mirov pir medenî be. Şaş e ku qutbûn û çetebûna ku AKP li ser erê û nayê dike Kurd jî di nav xwe de bikin. Divê mirov xwe ji vê dûr bigire.’’

Erdogmuş dawiyê diyarr kir ku Yekşemê ew ê biçe ser sendoqê û dengê ‘na’ bi kar bîne.