Wekîla Swêdê: Divê civaka navneteweyî li ber dagirkeriyê rabe

Parlamentera Ewropayê ya ji Partiya Hawirdorê û Keskan a Swêdê Bodil Cebellos destnîşan kir ku cihê şermê ye ku cîhan li pêşberî dagirkirina Efrînê bêdeng e.

Bodil Cebellos bang li Swêdê, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî kir, ku ji bo pêşîgirtina li şîdet û dagirkeriya dewleta Tirk were girtin bikevin nava liv û tevgerê.

Cebellos daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Êrîşên Erdoğan ên li ser Efrînê nîşan didin ku Tirkiye ditirse, serwerî û mafê azadiyê yê Kurdên li Sûriyeyê bandorê li Kurdên li Tirkiyeyê bike."

Cebellos diyar kir, Yekîtiya Ewropa û Swêd jî di nav de hikumetên welatên Yekîtiya Ewropayê û wezîrên wan ên karên derve nekarîn bi wêrekî kuştina sivîlan ji aliyê Erdoğan ve şermezar bikin. Cebellos destnîşan kir ku ev yek ji bo Yekîtiya Ewropayê û welatên endam ên ku qala mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî dikin cihê şermê ye.

Cebellos bi bîr xist, dema ku Kurdan çeteyên DAÎŞ'ê ji Kobanê, Hesekê û Reqayê qewirandin tevahiya cîhanê ew pîroz kir û got, "Lê belê niha cîhan êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê ji nedîtî ve tê." Cebellos nerazîbûn nîşanî welatên ku li ber dagirkirina Efrînê ranabin da.

Cebellos got, "Divê Swêd, Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî bi vekirî helwestê nîşan bidin û li ber şîdeta leşkerî û binpêkirina hiqûqa navneteweyî rabin."