Wêjevan diçin sînorê Kobanê
Wêjevan diçin sînorê Kobanê
Wêjevan diçin sînorê Kobanê
Wêjevanên di nav wan de Asli Erdogan, Murathan Mungan û Vîvet Kanettî jî hene ji bo ji Kobanê re korîdora însanî bê vekirin di 25’ê Cotmehê de wê li sînor bin.
Wêjevan Asli Erdogan, Murathan Mungan, Sema Kaygusuz, Ayşegul Devecîoğlu, Vîvet Kanettî, Hatîce Meryem û Can Oz bi armanca destekkirina gelê Kobanê yê li hember hovîtiya DAIŞ li ber xwe didin diçin sînor. Wêjevanên 25’ê Cotmehê roja Şemiyê biçin sînor wê banga, "korîdora însanî veke” li hikûmeta AKP’ê bikin.
Asli Erdogan a têkildarî mijarê daxuyanî da got ku pêwîst e mirov nêrînên cuda, pevçûnên siyasî û şexsî deynin cihekî û piştgiriya ji Kobanê re bê mezinkirin.