Têkiliyên rejîma Erdogan a tevî hemû hişyariyan provakasyonên xwe yên li Behra Spî li paytexta Belçîka Brûkselê di civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) de bê nirxandin.
Qibris û Yewnanistanê bi israr daxwaza pêkanînan ji bo Tirkiye dubare kirin, Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa (EVP) a yek ji koma herî mezin a PE’yê ye Manfred Weber jî bang li lîderan kir.
Weber got: “Divê dawî li lîstik û provakasyonên Erdogan bînin”, daxwaza pêkanînên hişk ji bo li ser Tirkiye bê sepandin kir.
Weber ê ji Rojnameya Bîld a yek ji rojnameya herî xwedî tîraj a Elmanyayê re axivî, diyar kir ku li şûna pêkanîn li ser mirovên Tirkiyeyê, divê li ser hikûmeta Enqerê bê pêkanîn.
Weber ê bi taybet bang li Elmanya û Fransa kir û got: “Divê hikûmetên Elmanya û Fransa wisa pir nefikirin, tavilê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bidin sekinandin.”
Tevî Yewnanistan, Qibris, Fransa, Evûstûrya û Lûksemborûg bi israr dixwazin pêkanîn li ser Tirkiyeyê bê ferzkirin jî, lê Elmanya hê jî daxuyaniyên nerm dide.
Li gorî nûçeya Reûtersê ku metna pêkanîna ku wê li lûtkeya lîdaran roja Pêncşemê bê pêşkêşkirin bi destxist, îdîa kir ku ji sala 2019’an ve li hemberî Tirkiyeyê pêkanînên ku bên kirin lîsteya wan hatiye amadekirin û di rewşekê de ku berfirehkirina pêkanînan bê erêkirin, wê bê firehkirin jî.
Dîplomatekî Qibrisî ku ev metin piştrast kir, ji bo lîsteyên nû amadekirin jî girîng pênase kir.