Wê tecrîd li 12 bajarên Swîsre bê protestokirin
Li 12 bajarên Swîsreyê wê Kurdistanî heman wextî derkevin kolanan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin.
Li 12 bajarên Swîsreyê wê Kurdistanî heman wextî derkevin kolanan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin.
Di pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Swîsre (DEM-KURD) de 29’ê Tebaxê roja Şemiyê saet 16.00’an li 12 bajarên Swîsre heman wextî wê Kurdistanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin.
Di çalakiyên ku wê heman saetê li St. Gallen, Chur, Winterthur, Luzern, Basel, Solothurn, Aarau, Bern, Lozan, Cenevre, Fribourg û Biel bên lidarxistin, der heqê tecrîdê de wê agahdarî bên kirin, wateya Ocalan a ji bo gelê Kurd û gelên herêmê tê çi wateyê wê bê destnîşankirin.
Hevserokê DEM-KURD’ê Fûat Komur ê ji bo çalakiyên li 12 bajaran banga tevlîbûnê kir, diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, polîtîkayên şer ên AKP û Erdogan vala bên derxistin, pêwîst e her kes bi berpirsyartiyeke mezin tevlî çalakiyan bibe.