Wê sibê ciwanên Kurd li Berlînê dakevin qadan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo protestokirina qedexeya li dijî PKK’ê bang li ciwanan kir ku 1’ê Kanûnê (Sibê) li Berlînê dakevin qadan.

Li Elmanyayê di 25’emîn salvegera qedexeya PKK’ê de li paytext Berlinê 1’ê Kanûnê (Sibê) meşek mezin bê lidarxistin. Bi dehan rêxistinên civaka sivîl pêşengiya meşê dikin û di meşê de wê qedexeya PKK’ê, polîtîkayên qutkirina azadiyan û nîjadperestî werin protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyeke nivîskî banga beşdarbûna meşê li ciwanan kir. Tevgera Ciwanan bi taybet bal kişand li ser bikaranîna tankên Elman a di dagirkirina Efrînê de û wiha got; “Ciwanên Kurdistanê wê vêya jî tu caran ji bîr neke.”

Tevgera Ciwanan qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê jî bibîrxist û wiha got; “Li Elmanyayê ev 25’ê sal e lid ijî gelê Kurd qedexeya PKK’ê weke çekekê tê bikaranîn û ev berhema vê hişmendiyê ye. Elmanya û DYA ku pêşengên têkoşina azadiya Kurdistanê weke ‘terorîst’ bi nav dike û bi vekirî hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re didin diyarkirin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger di dawiya daxuyaniyê de wiha got; “Em ê destûr nedin ku faşîzma Tirk li Elmanyayê were pêkanîn. Em bang li hemû ciwanên enternasyonalîst û Kurdistanê dikin ku beşdarî meşa 1’ê Kanûnê ya li Berlînê ya li dijî qedexeya PKK’ê bibin û li her derê li dijî faşîzmê serî hildin.”