Wê li dijî hewldanên tesfiyekirinê danezanek bê weşandin

Hevbirên HDK û KCD’ê, li dijî hewldana tesfiyekirinê wê sibehê danezana “Dest nede vîna gelan û dengê me yê li meclîsê” biweşîne.

Hevbirên HDK û KCD’ê, li dijî hewldana tesfiyekirinê wê sibehê danezana “Dest nede vîna gelan û dengê me yê li meclîsê” biweşîne.

Desthilatiya AKP'ê bi daxwaza guhertinên zagonan li aliyekî dixwaze HDP'ê derxe dervê meclîsê, li aliyê din dixwaze şer û komkujiya li Kurdistanê rewa bide xuyakirin. Hevbirên HDK'ê û KCD'ê wê sibehê li Enqereyê danezana "Dest nede dengê me" biweşîne. Di pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) û Kongreya Civaka Demokratik (KCD) li Engereyê de wê bêjin "Dest nede vîna gelan û dengê me yê li meclîsê".

Têkildarî mijarê HDK'ê daxuyanî da û anî ziman ku berî her tiştî li dijî "Rakirina destlênedayînê" û operasyonên li dijî DBP'ê daxwaza hewldanên raya giştî ya operasyonên siyasî, tesfiyekirina demokratik îmze ji saziyên sivîl û demokratik re vedikin. HDK'ê da zanîn ku partiyen siyasî, hevbirên HDK û DTK'ê, nûnerên saziyên civakî, hevşaredar wê beşdar bibin û danezanê parve bikin.

Danezan, wê li Otela Buyukhanli Park a Çankaya ya Enqereyê bi raya giştî re bê parvekirin.