Wê li Baselê plana qirkirinê ya li Terolarê bê protestokirin
Wê li Baselê, plana qirkirinê ya dewleta Tirk a li ser Terolar a Gurgumê bê protestokirin û wê xwedî li berxwedana Elewiyan bê derketin.

Wê li bajarê Basel ê Swîsreyê, li dijî plana qirkirinê ya Qesr/AKP’ê ya li hember Elewiyên li Terolar a Gurgumê çalakiyek bê lidarxistin.
Wê roja Şemiyê saet 13:00’an girse li Dreîrosenbrucke kom bibe û wê xwedî li berxwedana Gurgumê derkeve.
BANGA BEŞDARBÛNÊ
Di daxuyaniya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokroatîk a Swîsreyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku deweta Tirk dixwaza li jîngehên Elewî û Kurdan çeteyên DAIŞ’ê bi cih bike. Di daxuyaniyê de bang li Elewî, Kurd û beşên demokrat-şoreşger ên civakê hate kirin ku beşdarî çalakiyê bibin.