Wê îsal parlementerê Kurd parlementoya Ermenîstanê veke
Wê îsal ji bo sondxwarin û rêveçûna parlementoyê, parlementerê Kurd serokatiya parlementoyê bike.
Wê îsal ji bo sondxwarin û rêveçûna parlementoyê, parlementerê Kurd serokatiya parlementoyê bike.
Di guhertina Destûra Bingehîn a 2015’an de, ji bo ku guhartina rêveberiya hikumetê bi ser navê serokkomariyê were guhestin û bibe rêveberiya serokwezîrtiyê destûra bingehîn hatibû guhertin. Di vê guhertinê de jî, ji bo kêmneteweyên li Ermenistanê dijîn jî mafê hilbijartinê hatibû dayîn.
Li Ermenistanê di 2’yê Nîsana 2017’an de hilbijartin pêk hatibû û kêmneteweyên li Ermenistanê mafê hilbijartinê bi dest xistin. Di vê hilbijartinê de ji 4 kêmneteweyan, 4 kes hatin hilbijartin.
Ji 11 kêmneteweyan, 4 kêmnetewan di vê hilbijartinê de ciyê xwe girtin. Ev 4 kêmnetewe ev in; Rûs, Êzidî, Asûrî û Kurd in.
Di 18’ê Gulanê de parlementoya Ermenistanê wê bi fermî were vekirin û parlementerên ku hatine hilbijartin wê sond bixwin. Meclîsa Ermenistanê wê vê carê ji aliyê parlementerê Kurd Kinyasê Hemît ve were vekirin.
Ji ber ku di nav 101 parlementerên hatine hilbijartin de yê ku bi emrê xwe mezin e, parlementerê Kurd Kinyasê Hasanov (Kinyasê Hemît) e. Wê îsal parlementoya Ermenistanê ji aliyê parlementerê Kurd were vekirin. Di sondxwarinê de wê parlementerê Kurd serokatiya parlementoyê bike û parlementoyê bi rê ve bibe.